Serkirdeyên Ewropayê behsa sizayên li dijî Îranê kirin

Serkirdeyên Ewropayê behsa sizayên li dijî Îranê kirin

.

A+A-

Weke Yekîtiya Ewropayê, Brîtanya jî sê fermandar û saziyên Îranê xistiye lîsteya cezayên xwe. Berpirsa Siyaseta Derve ya Yekîtiya Ewropayê li Brukselê ji Rûdawê re ragihand, îro danê sibê bi rêya telefonê ji Wezîrê Derve yê Îranê re gotiye, ew dê her tiştî bikin ji bo cezakirina wan aliyên ku di şerê li dijî Ukraynayê de alîkariya Rûsyayê dikin.

Lê hêviyên Ewropiyan hene ku danûstandinên etomî bi Tehranê re bidomînin. Serokê Fransayê li Brukselê ji Rûdawê re got ku ew hêvî dike ku gotûbêj di demeke nêzîk de ji nû ve dest pê bikin ji bo sînordarkirina çalakiyên etomî yên Îranê û kêmkirina aloziyên navçeyê.

Yekîtiya Ewropayê îro Pêncşemê 20ê Cotmeha 2022an li Brukselê civînekê li dar xist û li ser krîza enerjiyê û şerê di navbera Rûsya û Ukraynayê de gotûbêj kir.

Berî lûtkeyê, Yekîtiya Ewropayê siza bi ser saziyek û sê kesên Îranî de sepand ji ber hinardekirina dronan bo Rûsyayê ku Kyiv û welatên rojavayî dibêjin ku artêşa Rûsyayê ji bo armanckirina jêrxana sivîl a Ukraynayê bikar tîne.

Serokê Fransayê Emmanuel Macron beriya ku bikeve civînê ji Rûdawê re got, “Em li vir hêvî dikin ku diyalogeke erênî û siyaseteke bi bandor hebe ji bo rawestandina van êrîşên li ser sivîlan ku bi rastî jî nayên qebûlkirin.”

Yekîtiya Ewropayê ku navbeynkariya danûstandinên etomî dike ji bo vejandina rêkeftina etomî ya sala 2015an, di destpêkê de dûdil bûn bi sepandina sizayan li ser Îranê, ji ber ku hin rayedarên Ewropî bawer dikirin ku ev pêngav dê Moskow û Tehranê nêzîkî hev bike û hêviyên vejandina rêkeftinê lawaz bike; rêkeftineke ku ji sala 2018an û vir ve ji ber vekişîna yekalî ya Amerîkayê rawestiya ye.

Macron ê ku welatê wî ligel Amerîka, Brîtanya, Almanya, Rûsya û Çîn îmze avêtiye rêkeftinê, ji Rûdawê re got, “Em hêvîdar in ku danûstandinên ji bo sînordarkirina çalakiyên etomî û aloziyên herêmî ji nû ve dest pê bikin.”

Li aliyê din berpirsê Siyaseta Derve ya Yekîtiya Ewropayê Joseph Borell ragihand ku ew dê di civîna îro de rêberên Yekîtiya Ewropayê ji sizayên ku li ser Îranê hatine sepandin agahdar bikin.

Borell got, “Ez vê sibê bi Wezîrê Derve yê Îranê re li ser biryarê axivîm” biryarek ku bi gotina wî “rijdbûna Yekîtiya Ewropayê nîşan dide” ku çi ji destê wê tê bike “li dijî her kesê ku beşdarî alîkariya dijminatiya Rûsyayê dike.”

Cezayên Yekîtîya Ewropa û Brîtanya qedexekirina geştê û destdanîna demkî ya mal û milkên sê berpirsên payebilind ên leşkerî yên Îranê û “Pîşesazîya Hewayî ya Şehîdan” dihewîne.

Tehran red dike ku ti dron dabe Rûsyayê

Nêzîkbûna di navbera Îran û Rûsyayê de ku her du welat jî ji aliyê siyasî û aborî ve ambargo li ser wan e û nakokiyên wan bi welatên Rojavayî re heye, encamên wê li ser Amerîka û hevpeymanên wê hene.

Îstîxbarata Amerîkayê di meha Tîrmehê de hişyarî dabû ku Îran plan dike firokeyên bê firokevan bide Rûsyayê. Meha piştî wê, îstixbarata Amerîkayê ragihand ku Îranê firokeyên bê firokevan ên şer şandiye Rûsyayê da ku li Ukraynayê bikar bîne.

Di civîneke hefteya borî de, rayedarên payebilind ên NATO û welatên rojavayî teqez kirin ku Rûsya firokeyên bê firokevan ên Îranê ji bo armanckirina çeperên li Ukraynayê bikar tîne.

Sekreterê Giştî yê NATOyê Jans Stoltenberg destnîşan kir ku ew dê ji bo astengkirina firokeyên bê firokevan zêdetir alavên leşkerî bişînin Ukraynayê. Roja Yekşemê, medyaya Amerîkayê ragihand ku Îranê pabendbûna xwe bi dayîna çekan bo Rûsyayê bi rêya rêkeftineke veşartî ya şandina mûşekên dûravêj dupat kiriye.

Medyaya Amerîkayê dibêje, raporeke îstixbaratî di navbera rayedarên Amerîkî û Ukraynayê de hate pevguhertin ku nîşan dide Îran xwe amade dike ji bo şandina du cure mûşekên menzîl kurt bo Rûsyayê, Fetih 110 û Zulfikar.

Wezîrê Derve yê Ukraynayê Dmitry Kuleba diyar kir ku wî ji Serok Volodymyr Zelensky re pêşniyar kiriye ku Kyiv hemû têkiliyên xwe yên dîplomatîk bi Tehranê re qut bike.

Firokeyên bê firokevan a ku rayedarên rojavayî dibêjin Rûsya li dijî Ukraynayê bi kar tîne, bi navê Şehîd 136 tê naskirin. Rayedarên Îranî dibêjin, ew firokeya bê firokevan ku dikare zêdetirî 2400 kîlometran biçe, wek droneke kamikaze tê naskirin ji ber ku ti çekan bikarnayêne, xwe diteqîne.

Rayedarên Ewropî dibêjin Moskow di destpêka şer de di meha Sibat û Adarê de têra xwe mûşekên hûr hebûn lê ji ber ku şer berdewam dike, stokên wê diqedin.

Li gorî medyaya Amerîkî, berpirsekî rojavayî got, Rûsyayê "bi sedan" firokeyên bêfirokevan ên Îranê wergirtine û dê di roj û hefteyên pêş de wan bi tundî li dijî Ukraynayê bikar bîne.

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin