Serlêdana dersa Kurdî dest pê kir: ‘Hefteyekê dereng ma’
.
Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê dema serlêdana ji bo dersên bijarde yên Kurdî dest pê kir û dê heta 17ê mehê berdewam bike.
Pêvajoya hilbijartina dersên bijarde yên heyama perwerdehiyê ya 2024-2025an li dibistanên navîn ên girêdayî Wezareta Perwerdeyê ya Tirkiyeyê dest pê kir.
Di vê çarçoveyê de li bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê serlêdana ji bo dersên bijarde yên Kurdî (Kurmancî û Kirmanckî) dê ji 3yê mehê heta 17ê mehê ji aliyê malbatan ve bê kirin.
Mamoste û çalakvanê zimanê Kurdî Hudaî Morsumbul li ser mijara hilbijartina dersa bijarde ya Kurdî bû mêvanê bultena Rûdawê pirsên Hêvîdar Zana bersivandin.
Mamoste û çalakvanê zimanê Kurdî Hudaî Morsumbul got:
“Her sal ji bo me mehek û 2 hefte girîng in. Pêvajo her sal kêm zêde di nava hefteyek, 2 hefteyan de dest pê dike.
Îsal jî tenê hefteyekê dereng ma.
Pirsgirêk ew e ku navê dersa Kurdî bi zelalî nayê nivîsandin.
Li Kayseriyê ji ber ku Çerkez hene navê zimanê wan tê nivîsandin her wiha divê li Solhan û Cizîrê Kirmanckî û Kurmancî werin nivîsandin.
Ji parêzgaran heta midûran her kes ditirse. Em dibêjin avantajên dersê ya akademîk û pîşeyî hene.
Em dibêjin zarokên we dikarin bibin mamoste, akademîsyen, dikarin di ragihandinê de bixebitin û di sektora dublajê de dikarin pereyan qezenc bikin.”
Yek ji mijarên girîng jî mamosteyên ji bo dersên bijarde li dibistanan tên tayînkirin e.
Salên borî tayînkirina mamostayên Kurdî yek ji mijarên gengeşeyê bû.
Li gorî yasaya perwerdehiyê ya Tirkiyeyê zarokên polên 5,6,7 û 8an dikarin dersa Kurdî hilbijêrin.
Lê tevî hemû hewldanên malbat û sendîkayên pêwendîdar jî ev maf tenê li ser kaxizê dimîne.
Dersên bijarde sala 2012an bi guhertineke di Destûra Tirkiyeyê de, di bin navê “Zimanên Zindî” de bû yasayî.
Heta niha tenê hejmareke gelekî kêm a mamosteyên Kurdî hatine tayînkirin.
Ji ber netayînkirina bi hezaran mamosteyên Kurdî, dersa bijarde ya Kurdî di pratîkê de tê astengkirin.
Li gorî “nexşeya dersa bijarde ya Kurdî” ya Wezareta Perwerdeyê ya Tirkiyeyê, ji ber ku li gelek parêzgehan hejmara pêwîst a 10 xwendekaran nayê bidestxistin, Kurdî wekî dersa bijarde di dibistanan de cihê xwe negirtiye.
Lê li gorî malbatên xwendekarên ku daxwaza dersa Kurdî dikin, birêvebirên dibistanan ji ber ku cihên polên wan kêm e rê li ber hilbijartina dersa bijarde ya Kurdî digirin.
Her wiha li hinek dibistanan jî ji ber nebûna mamosteyê zimanê Kurdî, xwendekar neçar dimînin ku berê xwe bidin dersên din.
Sala 2011ê li Zanîngeha Artukluyê ya Mêrdînê Beşa Ziman û Wêjeya Kurdî hat vekirin.
Piştre heman beş li zanîngehên Çewlîg, Mûş, Wan û Amedê jî hat vekirin û dersan dest pê kir.
Heta niha zêdetirî 2 hezar kesan beşa mamostetiya Kurdî qedandine.
Rûdaw
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin