ŞermînXana Mala Cemîlpaşa çû ser dilovaniya xwe

ŞermînXana Mala Cemîlpaşa çû ser dilovaniya xwe

.

A+A-

Hevjîna Vecdî Cemîlpaşa, ŞermînXana Mala Cemîlpaşa (Şermîn Cemîloglû) li Amedê çû ser diloavaniya xwe.

ŞermînXana mala Cemîlpaşa, di sala 1926an de li Amedê ji dayîk bûye. ŞermînXana hevjîna Vecdiyê Cemîlpaşayê ku bi beşdariya damezirandina Komara Mahabadê, di dilê Kurdan de cihekî rêzdar girtibû, yek ji çavkaniya sed salên dawî yên dîroka Kurdistanê bû.

ŞermînXan, li gel şahidyarbûna dîroka jîndar a Kurdistanê, helbestvaneka serkeftî bû jî û wê heta niha 2 pirtûkên helbestan li pirtûkxaneya Kurdî diyarî kirine.

Li gel van şarezayiyên xwe, ŞermînXana dayika Ferda, Reşîd, Ferîd, Cemşîd û Zîzanê, di nava Kurdan de xêzkara yekem a modelên cil û bergan bû jî.

ŞermînXanê beriya ku jiyana xwe ji dest bide wesiyet kiribû ku gora wê li tenişta gora keça wê Ferda Cemîlogluyê bê kolan.

Hate ragihandin ku wê meytê ŞermînXanê li Goristana Deriyê Mêrdînê, li tenişka keça wê FerdaXanê bê binaxkirin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin