Şermola Performans dixwaze li Êlihê “Dibistana Şanoyê” ya bi kurdî veke

Şermola Performans dixwaze li Êlihê “Dibistana Şanoyê” ya bi kurdî veke

.

A+A-

Akademîya Dîwanê, bi kurdî di warê şano û lîstikvaniya hevdem de wê perwerdeyên pratîk û teorîk bide, di warê lîstikvaniyê de wê lêkolînan bike.

Şermola Performans ji bo li Êlihê dibistaneke şanoyê ya bi navê “Dîwan - Akademîya Şanoyê ya Navneteweyî” vebike dest bi xebatan kiriye.

Bernameya Piştgiriyê ya Çand û Hunerê ya Yekîtiya Ewropayê CultureCIVICê ji bo kirêya cihê dibistanê piştgiriya darayî daye Şermola Performansê. Şermola Performansê cihekî bi qasî 420 m2 kirê kiriye û bi derfetên xwe dest bi çêkirina dibistanê kiriye.

Şermola Performans dixwaze dibistanê di 15em salvegera avakirina Şermola Performansê de ango di 17ê Çiriya Pêşiyê ya 2023an de dest bi xebatan bike. Ji ber wê jî kampanyayek alîkariyê daye destpêkirin.

Kesên ku bixwazin dikarin bi rêya vê lînkê beşdarî kampanyayê bibin: https://gofund.me/dbaa85c1

Derbarê Akademiya Dîwanê de

Akademiya Dîwanê, bi kurdî di warê şano û lîstikvaniya hevdem de wê perwerdeyên pratîk û teorîk bide, di warê lîstikvaniyê de wê lêkolînan bike. Bernameyên pevguhertinê yên navneteweyî wê pêşkêş bike. Bi rêkûpêkî dersdarên ji ekolên cîhanê û xwendekar û şanogerên êlihî wê bîne ba hev. Wê xwendekar û şanogeran bi rêya bernameyên pevguherînê bişîne enstîtuyên şanoyê yên li bajarên ku di çand û hunerê de navendên girîng ên cîhanê ne û bi vî awayî dixwaze ji bo dînamîkên şanoya kurdî yên li Êlihê û bajarên derdora wê bibe rêveker. Akademîya Dîwanê, bi van armancên xwe dixwaze kêmasîyeke girîng ji holê rake. Ji ber ku li Tirkîyeyê sazîyeke serbixwe tuneye ku bi Zimanê Kurdî perwerdeyeke profestonel ya şanoyê bide. Akademîya Dîwanê, dixwaze ji bo zarok, ciwan, jin û karkerên ku li Êlihê û bajarên li derdora wê dijîn, bibe navendeke perwerdehîya şanoyê.

Derbarê Şermola Performansê de

Şermola Performans sala 2008an de ji hêla Mîrza Metîn û Berfîn Zenderlioğlu ve li Stenbolê hatiye avakirin. 2016an de ji bêgavî sehneya xwe yî li Stenbolê girtiye û piştî ve veguheriye sazûmaneke pir navendî. Digel Stenbolê, 2018an de ofîsa Almanyayê û 2021an de jî ofîsa Êlihê hatine avakirin. Lîstikên resen ên kurdî çêdike, perwerdehîyên şanoyê pêk tîne û di hêla lîstikvanîyê de lêkolînan dike. Heta îro bi dehan turne pêk aniye, beşdarî festîvalan bûye, bi lîstikên xwe hêjayî 19 xelatan hatîye dîtin

Bîanet

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin