Serok Barzanî bombebarana Îranê şermezar kir
Serok Mesûd Barzanî bi peyamekê bombebarana Îranê ya ser baregehên Partiya Demokrat a Kurdistanê (HDK) û Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê (PDKÎ) yên li navçeya Koye şermezar kir.
Di peyama xwe de Serok Barzanî diyar kir ku ji êrîşa mûşekî û bombebarana Komara Îslamî ya Îranê ya li ser baregeha Hîzba Demokrat a Kurdistanê li bajarê Koye gelek nîgeran û xemgîn in, bi taybet ku ziyanekî zêde yê canî û maddî bi cih hiştiye.
Serok Barzanî herwiha destnîşan dike, ku kêşeya gelê Kurd bi tundûtîjî û kuştin û bombebaranan nayê çareserkirin.
Peyama Serok Barzanî wiha ye:
Bi navê Xwedayê mezin û dilovan
Bi êrîşa mûşekî û bombebarana Komara Îslamî ya Îranê ya li ser baregeha Hîzba Demokrat a li bajarê Koye gelek nîgeran û xemgîn in, bi taybet ku ziyanekî zêde yê canî û maddî bi cih hiştiye. Di demek de ku vê êrîşê şermezar dikim, serxweşiyên xwe pêşkêşî kesûkarên şehîdên vê êrîşê dikim û hêviya başbûnê ji bo birîndaran dixwazim.
Daxwaz ji hemû aliyek jî dikim ku Herêma Kurdistanê nekin qada gengeşeyê ji ber ku Herêm bi xwe li ber kêşe û tehdîd û gefên mezin daye. Bi pêwîst jî dizanim vê yekê bi hemû aliyek rabigihînim ku kêşeyê gelê Kurd bi tundûtîjî û kuştin û bombebaranan nayê çareserkirin û rê û awayên aştiyane baştirîn çareser e ji bo hemû kêşeyan.
Mesûd Barzanî
08.09.2018
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin