Serok Barzanî Cejna Cemaiyê ya Êzdiyan pîroz kir
Serok Mesûd Barzanî bi helkefta cejna Cimaiyê ya kurdên êzdî peyameke pîrozbahiyê belav kir.
A+A-
Serok Mesûd Barzanî di peyama xwe de wisa got:
"Bi navê xwedayê mezin û dilovan
Bi helkefta hatina Cejna Cemaiyê ya Êzîdiyan, pîrozbahiya xwe pêşkêşî hemû xwişk û birayên Êzîdiyên li Kurdistan û hemû cîhanê dikim. Hêvîdar im ev cejn bibê cihê xweşî û aramiya xwişk û birayên me yên Êzîdiyan û bikarin hemû salan, cejn û xweşiyên xwe di aştî û bexteweriyê de bikin.
Her bi vê hilkeftê tekez li vê yekê dikim ku pêwîst e em hemû aliyek kar ji bo kûrtirbûna çanda pêkvejiyan û birayetî û tebayiya di navbera pêkhatên olî û neteweyiyên Kurdistanê bikîn û biparêzîn."
Nûçeya berê û ya piştre
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin