
Serok Barzanî di sêyem salvegera destana Sihêle de peyamek belav kir
Serok Barzanî di sêyem salvegera destana Sihêle de peyamek belav kir
A+A-
Serok Mesûd Barzanî bi boneya sêyemîn salvegera Dastana Sihêla, pîrozbahiyê li Pêşmerge û gelê Kurdistanê dike.
Serok Barzanî îro di twîtekê de ragihand: "Di sêyemîn salvegera dastana 26ê Cotmehê de, pîrozbahiyê li hêzên Pêşmerge yên leheng û tevahiya gelê Kurdistanê yên welatparêz dikim.”
Îro 26ê Cotmehê, sê sal bi ser dastana Sihêla re derbas dibin ku di sala 2017an de artêşa Îraqê û Heşda Şeibî êrîşî ser navçeyên Kurdistanî kirin, lê belê li devera Eyn Ozêr û li devera Zummarê, Pêşmerge dastaneke dîrokî tomar kir.
Tevî ku artêşa Iraqê wê demê di êrîşa xwe de tank, wesayîtên zirxî û tankên Abrams ên pêşketî bi kar anîn jî, Pêşmerge bi çekên sivik rûbirûyî wan bû û nehiştin ew bipêş bikevin.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin