Serok Barzanî: Divê Pêşmerge taktîka şer biguhere
.
Serok Mesûd Barzanî ragihand ku “divê tola xwîna şehîdan ji terorîstan bê hildan” û tekez kir, “Divê Pêşmerge amadekariyên xwe zêdetir bike û taktîka şer biguhere.”
Serok Mesûd Barzanî li ser dawî êrişa DAIŞê daxuyaniyek belav kir ku di encama wê êrişê de 4 Pêşmerge şehîd bûbûn û Serok Barzanî sersaxiyê ji malbat û kesûkarên Pêşmerge re derdibire û dibêje, “Ez xwe wek hevbeşê xema wan dibînim.”
Di daxuyaniya xwe de Serok Barzanî tekez dike, “divê tola xwîna şehîdan ji terorîstan bê hildan” û peyamekê arasteyî Pêşmerge dike, “Ji ber zêdebûna liv û tevger û êrişên DAIŞê di vê heyama dawî de, divê Hêza Pêşmergeyên Kurdistanê amadekariyên zêdetir bike û teknîka şer biguhere û ji rewşa bergirîkirinê veguhere rewşa êrişkirinê, ji bo cezakirin û jinavbirina terorîstên DAIŞê.”
Êrişên DAIŞê zêde bûn
DAIŞê şeva borî li herêma Qeresalim a li navçeya Şêx Bizinî ya ser Pirdê ve li Kerkûkê, êrişî sengerên Hêzên Pêşmerge kir û di êrişa DAIŞê de 4 Pêşmerge şehîd bûn û Pêşmergeyek jî birîndar bû.
Êrişa şeva borî ya li Kerkûkê di demekê de ye ku di êrişa 02.12.2021ê ya DAIŞê de bo ser gundê Xidir Cîce yê ser bi Qereçûx ve li Mexmûrê, 10 Pêşmerge û 3 welatiyên sivîl şehîd bûbûn.
Li aliyê din di 29.11.2021 li ser riya Gopanê nêzikî navçeya Kifrî ya Silêmaniyê DAIŞê êrişî Hêzên Pêşmerge kirbû û di encamê de Pêşmergeyek şehîd bûbû, 3 Pêşmerge jî birîndar bûbûn.
Herwiha çekdarên DAIŞê şeva 27.11.2021an demjimêr 22.45 li devera Tepî Telan a ser bi bajarokê Keleco yê Silêmaniyê ve ji du aliyan ve êrîşî sengerên Hêzên Pêşemerge kiribû û di encamê de 5 Pêşmerge şehîd bûbûn û 4 Pêşmerge jî birîndar bûbûn.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin