
Serok Barzanî: Em bi hemû hêza xwe piştgiriyê didin cotkarên Kurd
.
Serok Mesûd Barzanî li ser êrişa cotkarên Kurd peyamek belav kir û got, “Em bi hemû hêza xwe piştgiriyê didin berxwedan û maf û daxwazên cotkarên Kurd.”
Artêşa Îraqê îro li nahyeya Sergeranê ya Kerkûkê dîsa êrişî cotkarên Kurd kir û nehişt cotkar zeviyên xwe biajon.
Leşkerên Îraqê cotkar bi zorê ji traktorên wan daxistin.
Nûnerê Cotkaran Sergeranê Mihemed Emîn diyar kir ku mudaxeleya artêşa Îraqê ti bingeha wê ya qanûnî nîne û got, "Em êdî zêdetir li bendê namînin û em dê erdên xwe biçînin."
Îro piştî nîvro li nahyeya Sergeranê ya Kerkûkê leşkerên Îraqê nehiştin cotkarên Kurd erdên xwe biçînin.
Li gorî çavdêran, li herêmê alozî derket û artêşa Îraqê bi tundî rê li ber cotkarên Kurd girt.
Di vîdeoyeke ku ji Rûdawê re hat şandin de tê dîtin ku leşker bi zorî hewl didin cotkaran ji traktorên çandiniyê daxînin.
Tevî ku qanûna vegerandina erd û milkên Kerkûkê ji bo xwediyên wan ên rastîn di Parlamentoya Îraqê de hatiye pejirandin jî artêşa wî welatî careke din astengiyan ji cotkarên sînorê Sergeranê re derdixe.
Serok Mesûd Barzanî li ser êrişa cotkarên Kurd peyamek belav kir û got:
"Dîmenên şkencedayîna cotyarên Kurd û kiryarên nebaş ên astengkirina cotyarên Kurd ku vegerin ser erdên xwe, dîmenên Enfal û bombardumana kîmyewî û jenosîda zarokên gelê me yên sedsala borî tînin bîra me.
Ev kiryareke şovenîstî, bêwîjdan û sûc e ku li dijî cotyarên bêguneh ên Kurd li parêzgeha Kerkûkê tê kirin ku tenê gunehê wan ew e ku Kurd in û xwediyên resen ên erdên xwe ne.”
"Cotkarên Kurd ne bi tenê ne"
Di beşekî din ê peyamê de Serok Barzanî bang li Mihemed Şiya Sûdanî jî kir û wiha domand:
“Ez ji Serokwezîrê Îraqa Federal Birêz Mihemed Şiya Sûdanî dixwazim ku rê li ber dubarebûna vê zordariyê bigire û sûcdarên van kiryaran werin desteserkirin û cezayê xwe yê yasayî wergirin.
Ez destxweşiyê li wan Kurdên qehreman dikim ku li hemberî vê zulim û destdirêjiyê xweragir bûn û bila bizanibin ku ew ne bi tenê û ne bê piştgir in û em bi hemû hêza xwe piştgiriyê li berxwedan û maf û daxwazên wan dikin.”
Parêzgarê Kerkûkê Rêbwar Taha ragihand ku ew leşkerên Îraqê yên êrişî cotkarên Kurd kirine hatine desteserkirin.
Li gorî gotina Rêbiwar Taha Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî komîteyeke lêpirsînê ava kiriye.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin