Serok Barzanî: Grûpên çekdar li Rojavayê Kurdistanê komkujîyan li dijî Kurdan encam didin
Serok Mesud Barzanî, derbarê kiryarên grûpên çekdar li Rojavayê Kurdistanê dibêje, ew grûpên çekdar ku ser bi Tirkîyê ve tên hejmartin, konkujîyê li dijî Kurdan encam didin.
Navenda Nûçeyan - Serok Barzanî di hevpeyvînekê de li gel Independent Erebî, behsa şerê li dijî DAIŞ, encamdana giştpirsîya serxwebûnê, helwesta Amerîkayê li hember wê giştpirsîyê, êrişa Heşda şeibî bo ser navçeyê Kurdistanî piştî giştpirsîyê, sîyaset û helwesta Amerîkayê derbarê Rojavayê Kurdistanê û herwiha rewşa Iraqê dike.
Serok Mesûd Barzanî di wê hevpeyvînê de pêdagirîyê dike li serxwebûna Kurdistanê weke mafekî sirûştî û rexne li helwesta Amerîkayê digire derbarê giştpirsîyê de û di heman demê de dibêje, helwesta welatên Ereb û Kendavê ji wan welatên ku dihat pêşbînî dikir erênî û bêalî bin, şerîfanetir bû.
Serok Mesûd Barzanî di wê hevpeyvînê de encamdana giştpirsîyê weke serkevtineke gelek mezin bi nav dike û dibêje, “Giştpirsî pêk hat û ji sedî 93ê gelê Kurd dengê ‘erê’ pê da. Ev serkevtineke mezin bû. Ev bo min cihê matmayînê bû, min çaverê nedikir rêjeyeke wiha zêde ya gelê Kurd dengê ‘erê’ bidin.”
Serok Barzanî got jî bi giştpirsîyê, “Berê bingehin hat danîn û rewş û mercê qonaxa paşerojê dîyar dikin” û tekez jî dike, “em giştpirsîyê dûbare nakin”.
Serok Mesûd Barzanî dûpat jî kir, “Armanc ji giştpirsîyê rasterast ragihandina serxwebûnê nebû. Armanc ew bû derfetek bi gelê Kurdistanê bê dayîn heta bo yek carê jî be di dîrokê de.
Derbarê helwesta Amerîkayê li hember giştpirsîyê jî, Serok Barzanî dibêje, Amerîkayê netewa Kurd bi şêwekî bawerpênekirî bêhêvî kir û dîyar dike ku pêş giştpirsîyê “Amerîkayê gotibû ku ew dê helwesteke bêalî hilbijêrin lê bi nêzîkbûna giştpirsîyê, Amerîkayê bi awayeke aşkere alîgirîya desthilata federalî ya li Bexdayê kir.”
Serok Barzanî dibêje jî, “Ez derbarê helwesta welatên Erebî bi giştî û welatên Kendavê bi taybetî, sipasguzar im. Helwesta wan gelek ji helwesta wan welatên me pêşbînî dikir erênî û bêalî be, şerîfanetir bû. Helwesta welatên Kendavê mirovî, bimantiq û bi balans bû.”
Serok Barzanî amaje bi şerê li dijî DAIŞê û herwiha êrişa Heşda Şeibî jî dike û dibêje, “Berxwedana qehremanane ku hêzên Pêşmerge nîşan da, rêgirî li DAIŞ û Heşda Şeibî kir.” Serok Barzanî dibêje, hat selmandin, “eger tu xwedî hêz nebî, ti kes bergirîyê li te nake. Divê mirov bergirîyê li xwe bike. Eger Pêşmerge nebûya, niha rewş bi rengekî din bû.”
Serok Mesûd Barzanî, cîyawazîya di navbera Hewlêr û Silêmanîyê de girê dide bi rewşeke tendirust û demokratîk û dibêje, “Cîyawazî heye lê ne di mijarên stratejîk de, yek parlamento û yek hikûmet heye. Cîyawazî li ser hejmûn, rikaberîya sîyasî û hinek babetên din ên sirûştî heye.”
Serok Mesûd Barzanî behsa wan gotinên Hesen Nasrullah, Sekreterê Giştî yê Hizbullaha Lubnanê dike û dibêje, “Ew ên ku Nasrullah behs dikir, çîrokeke çêkirî bû.”
Derbarê biryara parlamentoya Iraqê ya li ser derkirina hêzên Amerîkî, Serok Barzanî dibêje, “Hebûna hêzên hevpeyman û bi fermandarîya Amerîkayê pêwîst e bo asayişa Iraqê û paşerojê. Eger hêzên Ameîrkî biçine der, hemû hêzên hevpeyman derdikevin. Dibe di 6 mehan de bi şêweyekî bihêztir ji berê vegere. Ji ber wê yekê em li dijî dengdanê sekînin. Hebûna hêzên Amerîkî di vê qonaxê de pêwîst e.”
Di wê hevpeyvînê de Serok Barzanî, matmayîna xwe venaşêre li hemberî helwesta Amerîkayê ya derbarê Rojavayê Kurdistanê de û dibêje, “Hêvîdar im têbigihijim Amerîka li Sûrîyê çi ji Kurdan dixwaze. Eger armanc parastina wan be ev tiştekî baş e, lê tişta ku em dibînin guman li ser e. Heta radeyekê bawerîya Kurdên Sûrîyê bi Amerîkayê jinav çû. Lê ew hewlên pêkanîna bawerîyê didin û ev dem bo pêwîst e.”
Derbarê kiryarên çekdarên ser bi Tirkîyê ve li Rojavayê Kurdistanê Serok Barzanî dibêje ku ew çekdarên li Rojavayê Kurdistanê ser bi Tirkîyê ve tên hejmartin kupiranîya wan Sûrî ne û dîyar dike ku ew çekdar bi alîkarîya Artêşa Tirkîyê, komkujîyan li dijî Kurdan encam didin, ev yek bi taybetî li Efrînê dîyar e.
Li ser helwesta xwe jî, Serok Mesûd radigihîne ku wan ew kiryarên çekdaran red kirine û di derbarê kiryarên grûpên çekdar de jî, helwesta xwe gihandine Tirkîyê.
Serok Barzanî derbarê rewşa Iraqê de jî dibêje, “piştî rûxana rejîma Sedam di 2003an de derfetekî zêrîn bo Iraqê hebû ku tê de Iraqî dewletekê damezrînin li ser binemaya yekgirtina azadane û federalîyê û me hemû ya jî bo vê mebestê kar kir.”
Serok Barzanî dibêje, “Piştî derketina Amerîkîyan di sala 2011an de, valahîyeke mezin li pey xwe hişt ku Îranê tijî kir û Bı hukmê mezheb û pêkvegirêdana dîrokî, Îranê hejmûneke mezin li Iraqê pêk anî.”
Derbarê Mihemed Tofîq Ellawî, Serokwezîrê Rasipardî yê Iraqê de, Serok Mesûd Barzanî dibêje, erkeke giran liser milên wî ye û li ser helwesta Kurdan derbarê Ellawî de jî dîyar dike, “Helwesta Kurdan derbarê serokwezîrê raspardî bo ku hikûmetê pêk bîne de peywendîdar e bi rol û têgihiştina wî ya li ser rewşa Herêma Kurdistanê.”
Herwiha Serok Barzanî dîyar dike, “Mihemed Tofîq Ellawî ji malbateke birêz û naskirî ya Bexdayê ye” dibêje, “Lê erkekî giran li ser milên wî ye û ji ber hebûna hemû wan grûpên çekdar ên ji yasayan derketine nikare di erka xwe de serkevtî be.”
Rûdaw
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin