Serok Barzanî: Hêvî dikim aştî û biratî her tim li navçeyên me be
.
Serok Mesûd Barzanî peyameke pîrozbahiya Cejna Krîsmesê arasteyî Kirîstiyanên Kurdistan, Iraq û cîhanê kir û got: “Bi vê boneyê ez daxwaz dikim hemû aştî û biratî li navçeyên me serwer be.”
Serok Mesûd Barzanî îro Şemiyê 24ê Kanûna 2022yan bi boneya Cejna Krîsmesê ana jidayîkbûna Hezretî Mesîh, peyamek pêşkêşî Kirîstiyanên li Kurdistan, Iraq û cîhanê kir.
Serok Barzanî di peyama xwe de ragihand, “Bi boneya hatina sersala nû ya zayînî û cejna Jidayikbûna Hezretî Îsa Mesîh (Silavên Xwedê lê bin), germtirîn pîrozbahiyên xwe pêşkêşî xwişk û birayên me yên Kiristiyan li Kurdistan, Iraq û cîhanê dikim û hêviya şadî û bexteweriyê ji wan re dixwazim.”
Di beşeke din a peyama xwe Serok Barzanî herwiha dibêje: “Bi vê boneyê ez daxwaz dikim hemû hewlên xwe ji bo kûrkirina çanda pêkvejiyan û biratiyê di nav pêkhateyên Kurdistanê de bidin û hêvî dikim ku xwişk û birayên me yên Kirîstiyan hemû cejn û boneyên xwe di nav aramiyê de derbas bikin û aştî û biratî li cîhanê û navçeyên me serwer be.”
Şeva 24 li ser 25ê Kanûnê, cejna Krîstiyanan e ku têde bawermendên vê olê duayan dikin û ahengan digêrin.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin