Serok Barzanî: Hêvîdar im ev cejn ji bo mirovatiyê aştî û aramiyê bîne

Serok Barzanî: Hêvîdar im ev cejn ji bo mirovatiyê aştî û aramiyê bîne

.

A+A-

 Serok Mesûd Barzanî ji bo Cejna Remezanê peyamek belav kir û got, "Ji xwedayê mezin hêvîdar im ku ev cejnê aştî, xêr û aramiyê ji bo hemû mirovatiyê bîne."

Serok Mesûd Barzanî bi bi helkefta hatina cejna Remezanê peyameke pîrozbahiyê belav kir.

Serok Mesûd Barzanî di peyama xwe de wiha got:

Bi helkefta hatina cejna remezana pîroz, pîrozbahiyên herî germ pêşkêşî misilmanên cîhan, Îraq û Kurdistanê dikim.

Pîrozbahiya cejna Remezanê li malbatên serbilindên şehîdan û Pêşmergeyên qehreman û hemû welatiyên Kurdistanê dikim.

Li vê helkefta pîroz da hêviya xweşî û aramiyê ji bo xelkê xweşdiviyê Kurdistanê re dixwazim.

Ji xwedayê mezin hêvîdar im rojî û îbadeta hemû misilmanan qebûl bike û ev cejnê aştî û xêr û aramiyê ji bo hemû mirovayetiyê bîne."

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin