Serok Barzani: Hîn jî metirsiya gelek mezin li ser Herêma Kurdistanê heye
.
Serok Mesûd Barzanî di bernameya taybet a 30yemîn salvegera ragihandina ‘Herêma dijî firînê’ bo Başûrê Kurdistanê ku bi beşdariya berpirs û fermandarên Amerîkî îro bi awayekî online hat lidarxistin de gotarek pêşkeş kir.
Serok Barzanî di gotara xwe de daxwaz ji hevpeymanan kir ku piştevanî û alîkariya xwe bo parastina ewlehiya xelkê Herêma Kurdistanê berdewam bikin.
Serok Barzanî spasiya hemû aliyên ku ji bo beriya 30 salan piştevaniya xelkê Kurdistanê kirine kir û wiha axivî: “Niha jî gelê Kurdistanê negihiştiye hemû armancên xwe û qonaxa dawî, hê jî metirsiyeke gelek mezin heye li ser Herêma Kurdistanê, dawakar im ew piştevanî û piştgirî berdewam be. Dawakarim jî parastina xelkê Kurdistanê di ewlewiyeta we de be.”
Tevahiya gotara Serok Mesûd Barzanî ya di 30mîn salvegera ragihandina herêma dijî firînê de pêşkeş kir wiha ye:
Silav û rêzên min bo beşdar û bînerên birêz, gelek kêefxweş im ku beşdar dibim di bîranîna sêyemîn salvegera damezrandina navçeya aram de, ku ev bîranîn bûyereke gelek giring û mezin e di dîrokê de.
Wê demê gelê Kurdistanê tûşî karesatekî mezin bibû, koça milyonî hebû, tevaya xelkê Kurdistanê berê xwe dabûne sînorên Îran û Tirkiyê, ji ber ku rejîma Iraqê piştî têkçûna li Kuweytê, mixabin sûd ji çend qelîştekan wergirt di rêkeftina Sefwanê de, paşmayê artêşa xwe ji bo tepeserkirina serhildana xelkê Başûr bikar anî û 3 firqeyên zêrevanên komarê jî anîbû Kurdistanê.
Wê demê xelkê Kurdistanê ji wê yekê ditirsiyan, ku careke din bên Enfal û kîmyabarankirin, hemû koçber bûn û berê xwe dan ser sînorê Îran û Tirkiyê, Pêşmerge jî hêzeke wisa mezin nebû wê demê, ne çekeke wisa hebû, qehremanane berevanî kir û li gelek cihan karî li pêş artêşa Iraqê bisekine.
Bi dirêjahiya dîrokê zilmeke zêde li gelê Kurdistanê hatiye kirin, lê salên piştî rejîma Beisê, hikmê rejîma Beis, karesata mezin bi ser gelê Kurdistanê de hat. Wek Enfal, komelkujî û kîmyabaran.
Ew bû biryara 688, biryara dabînkirina navçeya aram, derfeteke zêrîn ji bo gelê Kurdistanê pêk anî, ew metirsî jî heta radeyeke zêde neman û xelk jî vegeriyan ser mal û hale xwe.
Li vir dixwazim wê yekê bi bîra James Baker, Wezîrê Derve yê Amerîkayê bixim, ku havîna sala 1992, ku wê demê em wek şanda opozisyonê çûne Washingtonê û li Wezareta Derve pêşwazî li me kirin, behsa hesta xwe kir ku serdana koçberan kiribû li ser sînorê Tirkiye û got, ew dîmenên ku min dîtin, heta heme ji bîra min naçin, ew qas diltezîn bûn, min çaverê nekir ku bigihijim cihê xwe, her di nav firokeyê de min peywendî bi Serok Bush ve kir û min daxwaz jê kir her çi zû ye karek bê kirin bo ku xelk vegerin ser cihên xwe û parastî bin.
Li vir pêwîst dibînim spasiya Serok Bush û Serok Mitterand û Madam Mitterand, Serok Ozal û Serokzîrê John Major bikim bo wê helwest û wê biryara wêrek ku piştî wê gelê Kurdistanê karî xwe îdare bike û sazî û dezgehên hikûmî damezrîne û hilbijartin bike û parlamento û Hikûmeta Herêma Kurdistanê damezrand û Kurdistan bû stargehek bo hemû lêqewimiyan û têkoşerên Iraqê.
Herwiha pêwîst dizanim, spasiya General Garner û wan efseran bikim ku wê demê li gel bûn, ji wan General Jim Jonas, General John Abizaid, Colonel Nap û hemû wan efserên welatên din ku hevpeyman bûn û hatin navçeya aram damezrandin.
Niha jî gelê Kurdistanê negihiştiye hemû armancên xwe û qonaxa dawî, hê jî metirsiyeke gelek mezin heye li ser Herêma Kurdistanê, dawakar im ew piştevanî û piştgirî berdewam be. Dawakarim jî parastina xelkê Kurdistanê di ewlewiyeta we de be.
Careke din gelek spas, spasiya Nûnertiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî dikim ji bo pêkanîna vê derfetê. Spas.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin