Serok Barzanî ji bo îmzekirina peymana petrola Kurdistanê sipasiya Sûdanî kir
.
Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî bi sedema îmzekirina peymana petrolê ya di navbera Hewlêr û Bexdayê de, sipasiya serokwezîrê Iraqê Muhammed Şiya es-Sudanî kir. Barzanî di rêya telefonê de bi serokwezîrê Iraqê Sûdanî re axifî û peymanê ‘pêngavekî dîrokî’ nirxand.
Serok Barzanî, ji ber hewlên çareseriya pirsgirêkan dike û hem peymana petrolê îmze kiriye, sipasiya Sûdanî kir û ragihand ku heya îrada niyeta baş hebe, dê pirsgirêk karibin çareser bibin û çareseriya wan hêsane.
Serok Barzanî hêvî kir ku peymana hatiye îmzekirin, bibe deriyekî xêrê da pirsgirêkên ku heya niha yên di navbera hukumeta Herêma Kurdistanê û Iraqa Federal de çareser nebûne, ji bo wan bibe mînak û serok Barzanî her weha ragihand ku di her hewlên çareserkirina pirsgirêkan de, wê ji bo serokwezîrê Iraqê Sûdanî bibin destek.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin