Serok Barzanî ji bo sersalê peyamek belav kir
.
Serok Barzanî ji bo sersala 2025an û bidawîbûna sala 2024an, peyamek belav kir.
Peyama ku li ser hesabê Xê yê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) hat belavkirin, bi vî awayî ye:
“Bi navê Xwedayê mezin û dilovan
Bi helkefta hatina sala nû ez bi germî pîrozbahiyê li hemû welatiyên kurd dikim. Ez serxweşiyê li malbatên serbilindên şehîdan û Pêşmergeyên qehreman dikim û hêviya serkeftinê ji hemû kesan re dixwazim.
Cihê kêfxweşiyê ye ku hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê di cotmeha borî de bi awayekî serkeftî bi rê ve çûn û di vê hilbijartinê de gelê kurd bi awayekî zelal peyam û îradeya xwe ragihand. Li ser vê bingehê, divê di demeke herî zû de, bi rêya pêkanîna kabîneya 10em a hikûmeta Herêma Kurdistanê, bersiva deng û daxwazên gelê kurd bê dayîn, da ku hikûmeta Herêma Kurdistanê plan û bernameyên xwe yên xizmetkirina gelê kurd bi cih bîne.
Em tekeziyê li ser wê yekê dikin ku kêşeyên di navbera her du aliyan de divê di çarçoveya destûr û rêkeftinan de û bi diyalog û hemahengiya di navbera Hikûmeta Iraqa Federal û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de bên çareserkirin û êdî astengî li pêşiya mafên gelê kurd dernekevin.
Her ku em nêzî destpêka sala nû dibin, herêma me di rewşeke hestiyar re derbas dibe. Bûyer û guherînên li Sûriyeyê her çendî bandorê li rewşa herêma me û hevkêşeyan bike jî di heman demê de derfetekî nû ye ji bo gelê Sûriyeyê ku bi diyalog û jihevtêgihiştinê bingehekî saxlem ji bo ku pêkvejiyan, aştî û aramiyê ava bike.
Herêma me êdî nikare tehemila pirsgirêk, tundî, teror, tundrewî û nearamiyê bike, ji ber vê jî divê her kes xwe bispêre zimanê diyalog û jihevtêgihiştinê û xwe ji înkar û nerazîtiya etnîkî û olî bi dûr bixe. Divê her kes bizane ku xweferzkirin wê bi ser nekeve.
Em hêvî dikin ku di sala nû de aştî û jiyana hevbeş li herêma me pêk were. Ez ji Xwedê daxwaz dikim ku gelê me ji her cure nexweşî, bêbextî û karesatan biparêze.”
Mesûd Barzanî
31ê Berfanbarê, 2024
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin