Serok Barzanî: Leyla Qasim mînaka qehremanîya keça Kurd û sembola azadîxwazîya mirovê Kurd e
Bi boneya derbasbûna 46 salan bi ser bidarvekirina Leyla Qasim re, Serok Mesûd Barzanî peyamek belav kir.
Navenda Nûçeyan - Serok Barzanî di peyama xwe de radigihîne, Leyla Qasim mînaka qehremanîya keça Kurd û sembola azadîxwazîya mirovê Kurd e ku şehîdbûna xwe wekî şanazîyekê hilbijart, lê belê amade nebû jîyana serşorî û bindestîyê qebûl bike.
Leyla Qasim berî 46 salan û di roja 12.05.1974ê de ji alîyê rejîma Beis ve hat bidarvekirin. Keça kurd a çalak û jîr Leyla Qasim sala 1952yê li Xaneqînê ji dayîk bûbû û yek ji wan keçan e ku di dîroka sîyasî ya Kurdistanê de wekî pêşeng û qehremana şoreşgêrîyê tê nasîn.
Deqa peyama Serok Barzanî:
Bi navê xwedayê mezin û dilovan
Îro çil û şeş sal li ser li sêdaredana Leyla Qasim û hevalên wî da derbas dibe. Leyla mînaka qehremanîya keça Kurd û sembola azadîxwazîya mirovê Kurd e ku şehîdbûna xwe wekî şanazîyekê hilbijart, lê belê amade nebû jîyana serşorî û bindestîyê qebûl bike.
Silav li gîyanê pak ê şehîd Leyla Qasim û hevalên wê û hemû şehîdên rêya azadîyê...
Mesûd Barzanî
12.05.2020
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin