Serok Barzanî: Li Sûriyeyê derfeteke baş ji bo Kurd hatiye pêş

Serok Barzanî: Li Sûriyeyê derfeteke baş ji bo Kurd hatiye pêş

.

A+A-

Nûnerê Serok Barzanî ji bo Konferansa Yekrêzî û Yekhelwestiya Kurd li Rojavayê Kurdistanê Hemîd Derbendî îro 26ê Nîsanê peyama Serok Barzanî ya ji bo konferansê xwend.

Peyama Serok Barzanî bo onferansa Yekîtî û Yekhelwesta Kurdî li Rojavayê Kurdistanê:

Xwişk û birayên hêja, amadebûyên birêz..

Pir kêfxweş im ku di vê boneyê girîng de, silavên xwe ji bo we yên birêz, û bi rêya we jî, ji bo gelê me li Rojavayê Kurdistanê dişînim.

Ev konferans, gaveke girîng û dîrokî ye di hewlên avakirina yekrêziya Kurd û destnîşankirina nêrîneke yekgirtî û hevpar de, ji bo dîtina çareseriyeke dadmend ji bo pirsa Kurd, ku beşdariya rastîn a gelê Kurd li welatê we misoger bike, herwiha bibe sedema beşdariya we di avakirina pêşerojeke çêtir de ji bo hemû Sûriyan.

Di vê çarçoveyê de, dixwazim spasiya hewlên birêz Mezlûm Ebdî û yek bi yek hewlên we yên hêja bikim, ji bo rêvebirin û amadekariya lidarxistina vê konferansê. Hêvîdar im hûn hemû di hewlên xwe de berdewam bin ji bo bilindkirina asta têgihîştina hevdu û karê hevpar, di navbera rêzên gelê me de.

Diyar e ku gelê Kurd li Sûriyê bi dehên salan e ji ber paşguhkirinê û hemû curên bêparbûn, înkarkirin û çewisandinê dinale. Îro ku guherînên bilez li Sûriye û navçeyê qewimîne û dê di pêşerojê de jî biqewimin, derfetên pir baş ji bo gelê me çêbûne û berpirsiyariyeke dîrokî ya giran dikeve ser milê we, ji bo derbaskirina astengiyên heyî û amadekirina projeyeke berfireh û guncaw, ku daxwazên gelê me, di çarçoveya Sûriyayeke yekgirtî, azad û demokratîk de, bîne ziman.

Li ber siya astengiyên niha yên navçeyê, girîngiya têkoşîna demokratîk û aştîyane, wek bijarteyeke stratejîk ji bo misogerkirina mafên gelê me û bidestxistina daxwazên xwe, tê xuyakirin. Di vê çarçoveyê de, em dubare dikin ku çareseriya aştîyane û dîplomatîk, îro ji bo çareserkirina mijarên aloz, ji gelek caran girîngtir e û encamên baştir jê dertên.

Hûnên rêzdar pir baş agahdarî bandorên neyînî yên diyar ên şer û tundiyê li ser gelê Sûriyeyê ne, ku bûn sedema wêranbûna jêrxaneya welat, koçberkirina bi milyonan kesan, hilweşandina binyata civakî, têkçûna jiyanê û bihêzbûna metirsiyên tundî, mezhebî û terorê.

Ji ber vê yekê, em piştgiriyê didin avakirina Sûriyayeke nû ya demokratîk, pirreng û wekhev ku tê de mafên gelê Sûriyê tevî hemû pêkhateyên xwe, misoger bibin û şopên zordarî û dîktatoriyê nemînin. Herweha em piştgiriya çêkirina destûrekê dikin ku garantîya van prensîpan bike û ewlehî, aramî, pêkvejiyan û lêborînê li welat misoger bike û biparêze. Ev gaveke bingehîn e ji bo avakirina pêşerojeke geş ji bo hemû Sûriyan, ku garantîya mafên medenî, siyasî, aborî û civakî yên hemû hemwelatiyan bike.

Rêzdaran,
Dixwazim dubare bikim ku yekgirtina Kurdan û avakirina bingeheke hevpar, deriyê bingehîn ê çareseriyeke dadmend û yekcarî ya pirsa Kurd e li Sûriyê. Li ser vî bingehî, çêkirina şandeyeke hevpar a Kurdî ji bo diyalogê digel rêveberiya nû li Şamê, gaveke pêwîst e ber bi beşdariyeke rastîn ve ji bo avakirina pêşeroja welat û misogerkirina mafên gelê meyê Kurd û beşdariya aktîv di pêvajoya biryardana siyasî de.

Herwiha em tekezî li ser girîngiya xurtkirina pêwendiya biratiyê di navbera Kurdan û hemû pêkhateyên din ên gelê Sûriyaya cîrana me de, dikin. Bicihanîna aştiya civakî û piştgiriya kultura lêborînê û lihevkirina niştimanî, piştrastbûn ji wê yekê ku pêşeroja Sûriyê dê li ser bingehên pêkvejiyan, rêzgirtina hevdu û hemwelatîbûna wekhev bê avakirin, bingehên sereke ne ji bo avakirina welatekî aram û tena ji bo hemûyan.

Di dawiyê de, daxwaza serkeftinê ji bo konferansa we dikim. Hêvîdar im encamên wê bibin sedema bihêzkirina têkoşîn û xebata gelê me û di asta êş û qurbanîdan û dîroka gelê Kurd de be. Hemû piştgiriya xwe ji bo her hewleke dilsoz dubare dikim ku mebesta wê yekxistina rêzên Kurdan û xebata pêkve be, ji bo pêşerojeke aram û bi rûmet ji bo gelê me.

Her serkeftî bin,
Bimînin di xêr û xweşiyê de..

Mesûd Barzanî
Hewlêr
26ê Nîsana 2025

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin