Serok Barzanî: Pêşîya guhertina demografîya Rojava bigirin

Serok Barzanî: Pêşîya guhertina demografîya Rojava bigirin

Serok Mesûd Barzanî daxwaz ji Fransa kir, nehêle demografîya Rojavayê Kurdistanê were guhertin û ew der rastî karesatê were.

A+A-

 

Navenda Nûçeyan-  Serok Mesûd Barzanî daxwaz ji Fransa kir, nehêle demografîya Rojavayê Kurdistanê were guhertin û ew der rastî karesatê were.

 

Serok Barzanî doh li bargeha xwe li Pîrmam pêşwazî li Wezîrê Derve yê Fransa, Jean Yves Le Drian kir.

 

Li gorî daxuyanîya civînê, Le Drian silavê Serokê Fransa Emmanuel Macron gihand Barzanî û got, ev cara heftem e ez serdana Kurdistanê dikim. Ez gelekî ji vir hez dikim û hatime silav û hurmetê Serok Macron bigehînim cenabê te û piştevanîya Fransa bo gelê Kurdistanê dupat bikim.

 

Piştî wê, behsa rewşa sîyasî û pêşhatên dawî yên Rojhilata Navîn bi taybet metirsîyên dubare aktîfbûna DAIŞê û êrişên Tirkîyê li ser Rojavayê Kurdistanê hatin axaftin.

 

Serok Barzanî piştî ku sipasîya xwe bo rola Fransa di piştevanîkirina gelê kurd de anî ziman, dîsa nîgeraniya xwe li hember rewşa gelê kurd li Sûrîyê nîşan da û ragihand, her çareseriyek yan her rêkeftinek bo vê rewşê were dîtin û kirin divê qurbanîyên kurdan û qedera kurdan li Sûrîyê jî li ber çavan bê girtin.

 

Serok Barzanî daxwaz ji Fransa kir, wek dostekî gelê Kurdistanê û endamekî girîng yê hevpeymanîya navdewletî ya dijî terorê, pêşiya guhertina demografîya Rojavayê Kurdistanê bigire û nehêle gelê kurd li wir rastî karesatê were.

 

Paşê Wezîrê Derve yê Fransa nîgeranîya xwe li hember dubare aktîfbûna DAIŞê nîşan da û têkestî li ser hevkarîya navbera hevpeymanîya navdewletî û Herêma Kurdistanê di şerê terorê de kir.

 

Serok Barzanî jî anî ziman ku ew tiştên ku bûn sebeba derketina DAIŞê hîn mane, ji ber wê jî alozbûna rewşê dibe sebeba bihêzbûna terorîstan. Loma divê tenê şerê terorê bi rêkên serbazî neyê kirin, divê di warên civakî, sîyasî, aborî û hizrî de jî xebat bê kirin.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin