Serok Barzanî pêşwazî li Serokê Encûmena Bilind a Dadweriya Iraqê kir
Serok Mesûd Barzanî, îro 29ê Îlonê pêşwazî li Serokê Encûmena Bilind a Dadweriya Iraqê Fayeq Zêdan kir.
A+A-
Piştî civînê hat ragihandin ku di hevdîtinê de, rewşa siyasî û dawî pêşhat û guhartinên Iraqê hatin guftûgokirin û ronahî hate xistin ser rewşa desthilata dadweriyê li Iraqê û pêwendî û hevahengiya di navbera damûdezgehên Herêma Kurdistanê û Iraqa federal.
Di civînê de, tekezî li rola desthilata dadweriyê di çareserkirina pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de û herwiha cibicîkirina destûrê hate kirin.
Nûçeya berê û ya piştre
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin