
Serok Barzanî pêşwazî li Wezîrê Derve yê Fransayê kir
.
Serok Barzanî û Wezîrê Derve yê Fransayê rewşa navçeyê guftûho kirin û Wezîrê Derve yê Fransayê spasiya rola Serok Barzanî di yekxistina hewildanan û nêzîkkirina aliyên Kurdî li Sûriyeyê kir.
Serok Mesûd Barzanî îro 23ê Nîsanê pêşwazî li Wezîrê Derve yê Fransayê Jean-Novel Barrot kir.
Di civînê de, ku Balyozê Fransayê li Iraqê Patrick Dorrel û Konsulê Fransayê li Hewlêrê Yann Braem amade bûn. Wezîrê Derve yê Fransayê spasiya Serok Barzanî kir, ji bo pêşwaziyê û tekezî li ser pêwendî û dostaniya di navbera gelê Kurdistanê û gelê Fransayê de kir û Serok Barzanî wekî endezyarê wê dostaniyê binav kir.
Ji aliyê xwe ve, Serok Barzanî spasiya gel û hikûmeta Fransayê kir, ji bo piştgiriya wan a ji bo gelê Kurdistanê di demên tengasiyê de.
Di civînê de, rewşa navxweyî ya Herêma Kurdistanê û pêwîstiya avakirina kabîneya nû di zûtirîn dem de jî hate behskirin û guftûgo û nirxandin li ser pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê de, hilbijartinên bê yên parlementoya Iraqê, û her weha rewşa navçe û Sûriyeyê hate kirin.
Derbarê rewşa Sûriyeyê û pêşeroja Kurdan li wî welatî de, tekezî li ser serxsitina hewildanên ji bo diyalog, navbeynkarî û yekrêziya di navbera aliyên Kurdî yên li Sûriyeyê de hate kirin. Wezîrê Derve yê Fransayê pêzanîna xwe ji bo rola Serok Barzanî di serxsitina hewldanan û nêzîkkirina aliyên Kurdî de hebû.
Derbarê pêvajoya aştiyê li Tirkiyeyê de, Serok Barzanî pêngav û hewldanên ji bo çareseriyeke aştiyane li Tirkiyeyê bilind nirxand û got ku Herêma Kurdistanê her tim amade ye û piştgiriyê dide hemû hewldanên ji bo encamdana pêvajoya aştiyê li Tirkiyeyê.
Di dawiya hevdîtinê de, Wezîrê Derve yê Fransayê bi fermî Serok Barzanî vexwend da ku serdana Parîsê bike û beşdarî merasîma vekirina cihê ku dê ji bo rêzgirtina qurbanîdana hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê di şerê li dijî terorîstan de were vekirin, bibe.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin