Serok Barzanî peyamekî serxweşîyê belav kir
Bi boneya koça dawî ya kesayeta olî û civakî Serok Mesûd Barzanî peyamekî serxweşîyê belav kir.
Navenda Nûçeyan- Li gor malpera fermî ya Serok Barzanî naveroka peyamê wiha ye:
“Bi navê xwedayê mezin û dilovan
Malbata rêzdarê Şêx Osmanê Sîrê
Bi mixabinîyê ve nûçeya koça dawî ya kesayetîyê niştimanperwer û navdarê olî û civakî, cenabê Hacî Şêx Osmanê Şêx Abdulqadrî Babê Şêxê Sîrê gihîşt me.
Bi vê helkefta xemgîn da, pirse û serxweşîyê pêşkêşî we yên birêz û hemû xizm û nas û dostên we dikim û xwe bi hevbeşê xema we dizanim.
Ji xwedayê mezin lava dikim gîyanê cenabê Şêx Osman bixe ber dilovanîya xwe û hedarê bide hemû alîyek.
Inna Lilleh We Inne Ileyhî Racîun (Em Ji Xweda Hatin Û Emê Dîsa Vegerin Xweda)”
Mesrûr Barzanî jî peyamekî serxweşîyê belav kir
Serokê hikûmeta herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî jî peyameke serxweşîyê belav kir.
Peyama serokwezîr Mesrûr Barzanî waha ye:
“Bo malbata rêzdar ê Şêx Osmanê Sîrê
Cihê Daxê ye me nûçeya koça dawîya kesatîya nasyayî ya olî û civakî Şêx Ûsman Sîrê bihîst.
Pirse û serxweşîyê pêşkêşîyê li malbata we yên birêz dikim û hêvîdarim Xwedayê mezin wî bi behştê şad bike û aramî û hedarîyê bi kasûkarên wî bide.”
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin