
Serok Barzanî sersal û cejna Kurdên Êzidî pîroz kir
.
Serok Mesûd Barzanî, ji bo hatina cejna serê sala Êzidiyan peyameke pîrozkirinê pêşkeşî Kurdên Êzidî kir.
Serok Barzanî di peyama xwe de got, “Bi navê Xudêyê Mezin û Dilovan. Bi helkefta hatina cejna serê sala Êzîdiyan, ez pîrozbahiyeka germ li hemî xûşk û birayên Êzîdî li Kurdistanê û cîhanê dikim û hîviya xweşî û aramiyê ji bo wan dikim.
Her bi vê helkeftê, ez hêvîxwaz im domahî bi jan û awareyî û wan nehametiyan bê yên ku ji aliyê tîrorist û nehezên gelê me ve bi ser wan da hatine sepandin û xûşk û birayên Êzidî bi serbestî û azadî vegerin ser cih û warên xwe. Ji bo vê çendê jî, pêdivî ye hemî alî hevkar bin ku Kurdên Êzidî bi xwe biryarê li ser çarenivîs û paşeroja xwe bidin û maf û keltûr û nerîtên wan bên parastin û birînên wan bên sarêjkirin.”
Di dawiya peyamê de jî Serok Barzanî diyar kir, “Ez hêvîdar im hemû cejn û helkeftên we bi şadî û aramî derbaz bibin û bi hîviya saleka pirr xêr û bereket û bimînin di xêr û xweşiyan de.”
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin