Serok Barzanî sersaxiyê da malbata Pêşmerge Mîrza Refîq
.
A+A-
Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî bi sedema wefata Pêşmergê Şoreşa Êlûn û Gulanê Mîrza Refîq ê ji Silêmaniyê peyamekî sersaxiyê belav kir. Serok Barzanî di peyama xwe de weha got:
“Bi xemgîniyekî mezin, me wefata pêşmergê şoreşa Êlûn û Gulanê Mîrza Refîq ê ku baş tê nasîn bihîst. Bo temamê malbata wî, dost û kesên nêz û hezkiriyên wî sersaxiyê dixwazim û hevparê xema wan im. Xwedê jê razî be, Xwedê wî bi bihişta xwe şad bike û bo herkesî sersaxiyê dixwazim.”
Nûçeya berê û ya piştre
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin