Serok Barzanî û Fayiq Zêdan çareserkirina pirsgirêkan gotûbêj kir
.
Serok Mesûd Barzanî li Bexdayê bi Serokê Encûmena Bilind a Dadweriyê ya Îraqê Fayeq Zêdan re hevdîtinek pêk anî.
Baregeha Barzanî li ser civîna Mesûd Barzanî û Fayeq Zêdan daxuyaniyek belav kir.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku di hevdîtinê de, behsa pirsên navxweyî yên Îraqê û Herêma Kurdistanê û pêwendiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de hatiye kirin.
Li gorî daxuyaniyê her du aliyan tekezî li ser çareserkirina hemû pirsgirêkan li ser bingeha destûr û yasayê kir.
Herwiha gotûbêjkirina hemû pirsgirêkên siyasî, aborî, yasayî û rewşa niha ya herêmê bi giştî, beşeke din a civîna Serok Barzanî û Fayeq Zêdan bû.
Serok Barzanî îro bi çû Bexdayê û bi serkirdeyên Hevpeymaniya Birêvebirina Dewletê re civiya.
Hevdîtinên Serok Barzanî yên li Bexdayê dê berdewam bikin.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin