Serok Barzanî: Yek hikûmet, yek parleman û yek hêza pêşmerge

Serok Barzanî: Yek hikûmet, yek parleman û yek hêza pêşmerge

.

A+A-

Serok Mesûd Barzanî ragihand ku di pirsa avakrina kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de ew ti mercî li ser ti aliyêk nasepînin û wiha berdewam kir “ya zelal û êşkere ew e ku divê yek herêm, yek parleman, yek hikûmet û yek hêza pêşmerge” li Herêma Kurdistanê hebe.

Di hevpeyvînekê de li gel televîzyona SkyNews a Erebî de, Serok Barzanî balkişande ser hewldanên Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) ji bo pêkanîna hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê û got: “Me komîteyek pispor a taybet bi pêwendîkirin bi hemû aliyen re, di navde Yekîtîiya Nştimanî ya Kurdistanê (YNK), pêk aniye. Me Vîto li ser ti kesî nîne. Lê tenê yek xala girîng heye, ew jî hilbijartin hatin kirin û encamên wê jî eşkere ne. Em pişt bi encamên wê girêdidin.”

Herweha Serok Barzanî teke kir ku ”em rê nadin ku kes ti mercî li ser me bisepîne, û em jî ti mercî li ser kesî nasepênin. Ya zelal û eşkere ew e ku dive yek herêm, yek palreman, yek hikûmet û yek hêza pêşmerge hebe.”

Li ser nakokiyê di navbera PDK û YNK de, Serok Barzanî got: ”Ti nakokiyen tune ku encama wê di berjwendiya welat û Herêma Kurdistanê de be, lê em ji bo nehiştina her kelemekê û çareserkirina nakokiyan, kar û bexatê dikin.”

Serok Barzanî balkişande ser Destûra Herêma Kurdistanê jî û wiha berdewam kir ”Destûra Kurdistanê hatiye nivîsandin û amade ye, ev çend salin ku kar li ser tê kirin, tenê çend xalên gelek kêm mayîne, û di demek nêzîk de wê nivîsandina wê bidawî were.”

Derbarê serjimêriya ku vê dawiyê li Iraq û Herêma Kurdistanê bi rêv çu, ku tê de derket nifûsa Herêma Kurdistanê 14 ji sedî ji nifûsa Iraqê ye, Serok Barzaî diyar kir ku wan soz sitandiye ku ti pêwendiya serjimêriyê bi yekalîkirina navçeyên madeya 140ê ve nîne, lê ew ji bo pêşxistinê ye û ti pirsgirêk jî di vê yekê de nîne.

Li ser pirsa ku hin alî û kes li Bexdayê dixwazin rola Herêma Kurdistanê qelis bikin, Serok Barzanî bi eşkereyî got ku, detsûr dadwer e û her biriyarek ku berovajî desthilata Herêma Kurdistanê be, ew dê qebûl nekin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin