Serok Mesûd Barzanî digel parlementerên PDKê civiya

Serok Mesûd Barzanî digel parlementerên PDKê civiya

Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê Mesûd Barzanî, li gel perlemanterên PDK yên Perlemana Kurdistanê civiya û ji wan daxwaz kir, bi xizmetkirina gelê Kurdistanê, bersiva baweriya xelkê bidin.

A+A-

Di civîna ku îro çarşemê li Sileheddînê pêkhatî de Serokê PDKê Msûd Barzanî ragihand, ku giringiya biserketina PDK di hilbijartinên Iraqê de, di wê yekê de bû, ku hêz û pêgeha PDK li nav Kurdistan û Iraqê ji hemû aliyan re da xuyakirin û ji bilî hebûna kêşe û giriftên zêde û dorpêçê û bûyerên Cotmeha 2017an, lê PDK karî bibe partiya yekem li ser astê Iraqê û ew biserketineke mezin bû ji PDK re û sedema wê biserketinê, li helwestên PDK û wefaya gelê Kurdistanê beranber PDKê vedigere.

Di dirêjiya axaftina xwe de, Serok Barzanî tekezî li ser wê yekê kir ku biserketina PDK di hilbijartinên Kurdistanê de, destê PDK vedike ku kar ji bo Kurdistaneke bihêz û guhertineke bingehîn bike.

Serok Barzanî sipasiya gelê Kurdistanê kir ku dubare bawerî bi PDK da û tekez kir, ku pêwîst e PDK û Endamên Firakisyona PDK di Perlemana Kurdistanê de, li gorî baweriya xelkê bin û bersiva wefa û baweriya xelkê bi xizmetkirina gelê Kurdistanê bidin.

Derbarê Kerkuk û navçeyên din ên Kurdistanî yên derveyî îdara Herêmê, Serok Barzanî tekezî li ser wê yekê kir, ku pêwîst e sepandina defaktoya serbazî ya niha li wan navçeyan heye, bidawî bê û berdewambûna rewşa niha nayê qebûlkirin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin