
Serok Mesûd Barzanî: Îro ji bo gelê me derfetên gelekî baş derketinê holê
.
– Serok Mesûd Barzanî ji bo Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî ya Rojavayê Kurdistanê peyamek şand û diyar kir kur îro ji bo gelê me derfetên gelekî baş derketine holê.
Çavên her çar parçeyên Kurdistanê li Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Rojavayê Kurdistanê ye.
Bi serperiştiya ENKS û PYNKyê bi beşdariya 400 delegeyan Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî ya Rojavayê Kurdistanê li bajarê Qamişloyê dest pê kir.
Hevseroka Daîreya Pêwendiyên Derve ya Rêveberiya Xweser, Îlham Ehmed, Sekreterê Giştî yê ENKSyê Mihemed Îsmaîl û Hevseroka PYDyê Perwîn Yûsif dê dîwanê konferansê birêve dibin.Şandeyên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) DEM Partî û Nûnerê Serok Mesûd Barzanî yê Rojavayê Kurdistanê Dr. Hemîd Derbendî ji bo piştgirî û tevlîbûna konferansê li Rojavayê Kurdistanê ne.
Nûnerê Serok Mesûd Barzanî di konferansê de peyama Serok Mesûd Barzanî xwend.
Serok Mesûd Barzanî diyar kir ku ev konferans gaveke dîrokî ye ji bo li Sûriyeyê ji bo Pirsgirêka Kurd çareseriyeke dadperwer were dîtin.
“Divê şandeyeke hevbeş were avakirin”
Barzanî amaje bi girîngiya konferansê jî kir û got:
“Ev konferansa gaveke girîng û dîrokî ya hewlên avakirina yekrêzî û destnîşankirina dîtineke hevpar e ji bo çareseriya Pirsgirêka Kurdan li welatê we mîsoger bike.
Her wiha ji bibe sedema beşdariya we ji bo paşerojeke çêtir ji bo hemû Sûriyeyê.
Di vê çarçoveyê de dixwazim spasiya hewlên Birêz Mezlûm Ebdî û yek bi yek hewlên we dikim ji bo rê li ber vekirin û lidarxistina vê konferansê.
Hêvî dikim hûn di hewlên xwe de berdewam bin ji bo bilindkirina asta têgihiştina hevdû û karê hevpar di rêza gelê me de.
Diyar e gelê Kurd ji ber îhmal û çewisandina bi dehsan sal dinal e.
Îro guherînên lezgîn li herêmê û Sûriyeyê çêbûne derfetên baş ji gelê me re çekirine û berpirsiyariyeke dîrokî ya giran dikeve stuyê wê ji bo derbaskirina tehdîdan û amadekirina projeyeke berfireh û guncaw a li gor daxwazên gelê me di çarçoveya Sûriyeyeke yekgirtî û azad û demokratîk de bîne ziman.
Em piştgiriyê didin avakirina Sûriyeyeke azad û demokrat pirreng û wekîhev ku tê de mafên hemû gelên Sûriyeyê bên parastin û mîsogerkirin û şopên zordariyê nemîne.
Her wiha em piştgiriyê amadekirina destûrekê dikin ku van prensîban biparêze û ewlehê aranî û bihevre jiyanê lêborînê li welat mîsoger bike.
Ev gaveke bîngehîn e ji bo paşerojeke geş ji bo hemû Sûriyeyê.
"Yekgirtina Kurdan deriyê çareseriya dadmend e"
Rêzdaran ez dixwazim dubare bikim yekgirtina Kurdan û avakirina bingeheke hevpar, deriyê bingehîn ê çareseriya dadmend a Pirsgirka Kurd e li Sûriyeyê.
Li ser vê bingehê çêkirina şandeyeke hevpar a Kurdî ji bo diyalogê li gel birêveberiya nû ya Şamê gaveke pêwîst, berpirsiyariyeke rastîn e ji bo avakirina paşeroja welat û mîsogerkirina mafên gelê me di pêvajoya biryarên siyasî de.
Her wiha em tekeziyê li xurtkirina pêwendiyan biratiyê di navbera Kurdan û pêkhateyên hemû Sûriyeya cîranê me dikin.
Ez ji konferansa we re serkeftinê dixwazim û hêvîdar im encamên wê bibin sedema bihêzkirina têkoşîn û xebata gelê me.
Piştgiriya xwe ji bo her hewla dilsoz dubare dikim ku armanca wê yekxistina hêzên Kurdan be.”
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin