Seroka parlementoya Kurdistanê Vala Ferîd bordûmanên li ser Kurdistanê şermezar kir
Seroka parlementoya Kurdistanê Vala Ferîd, bordûmana deverên sînorî yên Herêma Kurdistanê ji aliyê Tirkiyê ve şermezar kir.
A+A-
Seroka parlementoya Kurdistanê Vala Ferîd, bordûmana deverên sînorî yên Herêma Kurdistanê ji aliyê Tirkiyê ve şermezar kir.
Seroka parlementoya Kurdistanê Vala Ferîd, di civîna îro ya parlementoyê de ragihand, ew li ser navê hemû endamên parlementoya Kurdistanê bordûmana deverên sînorî yên Herêma Kurdistanê û kuştin û birîndarkirina sivîlan şermezar dikin.
Vala Ferîd her wiha bang li hikûmeta Iraqê kir berpirsiyartiya xwe li hember parastina deverên sînorî yên Kurdistanê bicîh bîne, ji ber ku li gorî Qanûna Esasî ya Iraqê, ev wezîfeya hikûmeta Iraqê ye.
Seroka parlementoya Kurdistan her wiha ji Bexdayê xwast ku alîkarî û xwedîtî li mexdûrên bordûmanê bikin
Nûçeya berê û ya piştre
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin