Serokatiya Herêma Kurdistanê û şanda Amerîkî reformên li ser Pêşmerge gotûbêj kirin

Serokatiya Herêma Kurdistanê û şanda Amerîkî reformên li ser Pêşmerge gotûbêj kirin

.

A+A-

 Serokatiya Herêma Kurdistanê derbarê proseya çaksaziyê û çaksaziya hêzên Pêşmerge de civîneke berfereh li gel şanda hevbeş a leşkerî û dîplomatîk a Amerîkayê pêk anî.

Li gor daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, aliyên Kurdistanî ji berpirsên Serokatiya Herêma Kurdistanê û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê pêk dihat û şanda Amerîkî jî bi serokatiya Fermandarê Hêzên Hevpeymanan li Iraq û Sûriyê General Kevin Leahy pêk dihat.

Di daxuyaniya Serokatiya Herêmê de, di çarçoveya gotûbêjkirina qonaxên dawî yên proseya çaksazî û çaksaziya hêzên Pêşmerge de, tekezî li ser giringiya proseyê û karkirina li ser çareserkirina arîşeyan hat kirin.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Teqez li ser girîngiya hevkarî û alîkariya hevbeş di navbera her du aliyan de ji bo pêkanîna qonaxên bê ji bo serxistina pêvajoyê."

Hevpeymaniya Navdewletî çendîn caran derbarê reformên di nav Hêzên Pêşmerge de hişyarî daye Hikûmeta Herêma Kurdistanê û ragihandiye, eger reform neyên cîbicîkirin, dibe ku piştgirî were rawestandin.

Hêzên Amerîkî bi rêya rawêjkarî, rahênan û avakirina kapasîteyan piştgirîyê didin Pêşmerge û mehane nêzîkî 20-25 milyon dolar ji bo mûçeyên lîwayên hevkar terxan dikin.

Fermandarê Giştî yê Hevpeymaniya Navdewletî Matthew McFarlane di civîneke rojnamevaniyê de ku roja 20ê Tebaxê li Hewlêrê hat lidarxisti, ragihand, divê li gorî rêkeftina navbera Wezareta Pêşmerge û Pentagonê, gavên çaksaziyê di Wezareta Pêşmerge de bên bilezkirin.

McFarlane tekez kir ku gava yekem ji bo vê yekê ew e ku serkirdeyên Herêma Kurdistanê “îradeya siyasî” nîşan bidin û wezîrekî ji bo Pêşmerge destnîşan bikin.

Di Îlona 2022an de Wezareta Pêşmerge û Pentagonê peymana lihevkirinê ya di navbera xwe de ji bo 4 salên din nû kirin. Li gor wê rêkeftinê divê hikûmeta Herêma Kurdistanê di warê rêxistinî û darayî ya Pêşmerge de reforman bike. Li hember de jî Amerîka wê piştgiriya xwe ya aborî û leşkerî bo Pêşmerge berdewam bike.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin