Serokê dadgeha Edliya herêmê ya Amedê di mala xwe de mir

Serokê dadgeha Edliya herêmê ya Amedê di mala xwe de mir

.

A+A-

 Serokê Dadgeha Edliyê ya 11em cezayê giran Murat Özcan (42), di mala xwe de mirî hat dîtin. Cenazê Murat Özcan birin Tib a Edlî da otopsiya wî bikin. Özcan di malê de bi tena serê xwe dima.

Li ser serê sibê serokê dadgehê neçû ser karê xwe, hevalên wî jê re telefon kirin lê bersiva telefonê negirtin. Ji ber wê hevalên wî çûn mala wî û dîtin ku li malê can daye.

Tîmên tenduristiyê û polîs cenazê Murat Özcan birin Tiba Edlî da otopsiya wî bikin.

 Hat ragihandin ku wê cenaze li Xarpêtê (Elazığ) li navça Paloyê li gundê Andılarê bispêrin xakê.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin