
Serokê ENKSê: Em bi hêvî ne bigihin nêrîneke hevbeş ku nêrîna hemû aliyan be
Serokê Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) Mihemed Îsmaîl radigihîne, “Me kar û amadekariyên baş kirine û em bi hêvî ne ku em bigihin nêrîneke hevbeş ku nêrîna hemû partiyên siyasî û pêkhateyên civakî yên Kurdî li ser pirsa Kurdî di hundirê Sûriye
Bi beşdariya nêzîkî 50 partiyên siyasî yên Kurd ji Rojavayê Kurdistanê, îro 26ê Nîsana 2025an, demjimêr 10:00 Konferansa Yekhelwestiya Kurd li bajarê Qamişloyê birêve diçe.
Berî destpêkirina konferansê Serokê ENKSê Mihemed Îsmaîl ji ajansa K24ê re got: “Îro rojeke dîrokî ye ji bo her kurdî ku konferansek ji bo yekrêzî û yekhelwesta kurdî li Rojavayê Kurdistanê di hundirê bajarê Qamişlo de. Me kar û amadekariyên baş kirine û em bi hêvî ne ku em bigihin nêrîneke hevbeş ku nêrîna hemû partiyên siyasî û pêkhateyên civakî yên Kurdî li ser pirsa Kurdî di hundirê Sûriyeyê de.
Mihemed Îsmaîl amaje bi rola Serok Barzanî ji bo gihîştina bi yekrêzî û yekhelwesta Kurdî li Rojavayê Kurdistanê kir û got: “Rola Serok Barzanî giring û sereke ye, ku cenabê wî xemxwarê gelê Kurd û doza Kurdî li her cihekî ye, ku cihê bawerî û rêzgirtinê ye li cem miletê Kurd û aliyên herêmî û navdewletî ye.”
Herwiha got: “Destpêxeriya Serok Barzanî, hêzeke xurt e ji bo pêkanîna yekrêzî û hekhelwesta Kurdî. Hebûna Nûnerê Serok Barzanî li vê konferansê jî, peyameke gelekî hêja ye.”
Li ser pirsa pêşeroja Sûriyeyê û egera pêkanîna sîstema federalî û nanevendiyê de jî Serokê ENKSê got: “Emê nêrîna xwe bikin yek û bi şandeke hevbeş li Şamê danûstandinê li ser vê pirsê bikin. Me di reşnivîsa xwe de behsa sîstema nenavendî kiriye.”
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin