Serokê ENKSê: Şerê Qamişlo yê Kurd û Ereban e, rejîm dixwaze Rojava ji Kurdan bistîne

Serokê ENKSê: Şerê Qamişlo yê Kurd û Ereban e, rejîm dixwaze Rojava ji Kurdan bistîne

.

A+A-

Serokê Encûmena Niştîmaniya Kurd li Sûriyê (ENKS) Siûd Mela derbarê şerê 4 rojan ê navbera milîsên rejîma Sûriyê û hêzên asayîşa Rojava de ku li Qamişloyê berdewam dike daxuyanî da.

Serokê ENKSê şerê li Qamişloyê wekî şerê ‘Ereb-Kurd’ pênase kir û got, “Rejîm dixwaze Rojavayê Kurdistanê ji destê kurdan derxe û aramiya wê têk bide”.

Mela ji K24ê re daye xuyakirin: “Niha li Qamişlo şerê Kurd û Ereban tê kirin. HêzênAsayîşê ji Kurdan yên Dîfaa El Wetenî ji ereban pêk tên. Her çiqas dibêjin ew hêz yekser ne girêdayî rejîmê ne jî ew milîs ji bo piştevaniya Esed ji aliyê erebên dewlemend ve hatine damezrandin. Çek û pereyê wan rejîm dabîn dike. Mebesta wan ew e ku Rojavayê Kurdistanê ji destê kurdan derxin û aramiyê têk bidin. Çimkî Rojava li gorî Sûriyê hinekî îstiqrar lê peyde bûye û lewma jî dixwazin xira bikin.”

Mela herwiha diyar kir ku tiliya Rûsyayê di şerê li Qamişloyê de heye ku digel piştevaniya Îranê dixwazin kurdan lawaz bikin û armanca rejîma Sûriyê bicih werînin.

Serokê ENKSê li ser danûstandinên ligel PYNKê jî da zanîn ku divê teqez ew danûstandin bi ser bikevin heta ku statuya Rojavayê Kurdistanê ji aliyê civaka navdewletî ve were naskirin.

Mela got, heger danûstandin bi ser nekevin wê Esed bi ser bikeve û hêvî û daxwazên ku rejîma Esed tevahiya Rojava kontrol bike derkevin pêş.

Sîud Mela ji ber wan sedeman destnîşan kir ku divê bilez ji nû ve dîyaloga kurdî-kurdî dest pê bike.
 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin