Serokê Fransayê jî endambûna Swêd û Finlandê ya ji bo NATOyê îmze kir
.
A+A-
Koşka Elysée ragihandiye ku bi îmzekirina Serokê Fransayê Emmanuel Macron ji bo endambûna Swêd û Finlandê di nava NATOyê de, wê bihêle ku ewlekarî di rûbirûbûna gefa ya cîranên wan de xurtir bibe û wê alîkairiyeke girîng be, ji ber şiyanên her du hevbeşên nû.
Piştî êrîşa Rûsyayê ya li ser Ukraynayê, Swêd û Finlandê dest ji bêalîbûna xwe berdan û biryar dan tevlî NATOyê bibin.
Swêd û Finland pêwîstiya wan bi razîbûna 30 welatên endam heye da ku bikaribin sûdê ji benda parastinê ya madeya 5 ya Hevpeymaniya NATOyê werbigirin, eger hat û rast her êrîşeke hatin.
Nûçeya berê û ya piştre
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin