
Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Özçelik Beşdarî Bernameya Zindî ya K24 TVyê Dibe
.
A+A-
Serokê Giştî yê PAKê Birêz Mustafa Özçelik îro(31.10.2020) di bernameya zindî ya Kurdistan24 TVyê de dê bibe mêvanê Birêz Cemal Batun.Bername bi seeta Hewlêrê û ya Amedê di seet:19.00yan de destpê dibe.
Birêz Mustafa Özçelik, di derbarê wek wazieyeke netewî pêwîstîya xwedîlêderketina destkeftîyên Başûr û Rojavayê Kurdistanê de û helwesta PAKê ya li himber sîyaseta Dewleta Tirkîyeyê , ya PKKyê û şerê li Bakur û li Başûr heyî de dê bîr û rayên PAKê bîne ziman.
Herweha Birêz Mustafa Özçelik, dê di derbarê 2yemîn Kongreya Asayî ya PAKê de hinek agahdarîyan bide.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin