Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Özçelik, li Parîsê bû
Serokê Giştî yê Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) Mustafa Özçelik, li Parîsa paytexta Fransayê, serdana Enstituya Kurdî ya Parîsê û Nûnertiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya li Parîsê kir.
Serokê Giştî yê PAKê Rêzdar Mustafa Özçelik roja 30.01.2019an li Parîsê li gel rêvebirin PAKê yên Fransayê, Rêzdaran Îhsan Aydin, Faysal Taşkiran, Hasan Baran û Yakûp Karademîr seredana Enstîtuya Kurdî kirin.
Serokê Enstîtuya Kurdî Rêzdar Kendal Nezan pêşewazîya heyeta PAKê kir.
Di hevdîtinê de herdu alîyan, di derbarê rewşa her çar perçeyên Kurdistanê, hilbijartinên herêmî yên li bakurê Kurdistanê û Tirkîyeyê û xebatên Enstîtuya Kurdî de agahdarî dan hev û bîr û rayên xwe anîn ziman.
Hevdîtina heyeta PAKê û Rêzdar Kendal Nezan di atmosfereke germ û berhemdar de derbas bû.
Herwiha Serokê Giştî yê PAKê Rêzdar Mustafa Özçelik roja 31.01.2019an li Parîsê li gel rêvebirin PAKê yên Fransayê Rêzdaran Îhsan Aydin û Faysal Taşkiran seredana Nûneratîya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya li Fransayê kirin.
Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya li Fransayê Rêzdar Alî Dolemerî bi helwesteke germ pêşewazîya heyeta PAKê kir.
Di hevdîtinê de herdu alîyan, di derbarê rewşa Başûrê Kurdistanê, hilbijartinên herêmî yên li Bakurê Kurdistanê û Tirkîyeyê û xebatên Nûneratîya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya li Fransayê de agahdarî dan hev û bîr û rayên xwe anîn ziman.
Hevdîtina heyeta PAKê û Rêzdar Alî Dolemerî di atmosfereke dostane de derbas bû.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin