Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Ozçelîk peyama pîrozbahîyê ji Sekreterê Giştî yê PDK-Syê Mihemed Îsmaîl ra şand
.
Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Ozçelîk peyama pîrozbahîyê ji Sekreterê Giştî yê PDK-Syê Mihemed Îsmaîl ra şand.
Rêzdar Mihemed Îsmaîl
Sekreterê Giştî yê Partiya Demokrat a Kurdistanê – Sûrîye (PDK-S)
Em bi dilxweşî pê agahdarbûn ku Partiya Demokrat a Kurdistanê – Sûrîye (PDK-S) bi awayekî serkeftî 12emîn konreya xwe li dar xistîye û di kongreyê da Komîteye Navendî ya nû ya PDK-Syê hatîye hilbijartin. Herweha di civîna Komîteye Navendî da cenabê we wek Sekreterê Giştî yê PDK-Syê hatîye hilbijartin.
Ez li ser navê xwe û li ser navê hemû endam û alîgirên PAKê(Partîya Azadîya Kurdistanê) cenabê we û endamên Polîtburo û Komîteya Navendî ya nû pîroz dikim.
Em di têkoşîn û xebata we ya ji bo azadîyê û ji bo bidestxistina mafên neteweyî û niştimanî yê gelê me yê Rojavayê Kurdistanê da serkeftinê ji we ra dixwazin.
Li gel rêz û silavên xwe.
15.06.2023
Mustafa Ozçelîk
Serokê Giştî yê PAKê
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin