Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Özçelik:Em sersaxîyê ji malbata welatperwerê Kurd Prof. Dr. Nadir Nadirov re dixwazin
.
Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Özçelik ji ber koça dawî ya rewşenbîr, akademîsyen, zana û kesayetê netewî yê Kurd ê ji Kazaxistanê, Prof Nadir Nadirov peyameke sersaxiyê belav kir.
Peyama Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Özçelik wiha ye:
Em sersaxîyê ji malbata welatperwerê Kurd Prof. Dr. Nadir Nadirov re dixwazin
Îro bi xemgînî em bi wefata zanyar, lêkolîner,ronakbîr û rîsipîyekî birêz û bikêrhatî, weltaperwerê kurd ê hêja, mamosta Prof. Dr. Nadir Nadirov hesîyan.
Em bi koça dawîya rêberê Kûrdên Qafkasyayê, xebatkar û dilsozê doza azadîya Kurdistan birêz Prof. Dr. Nadir Nadirov gelekî xemgînin.
Ruhê wî şad, cîhê wî biheşt be.
Em sersaxîyê ji Narîn xana keça mamosta Prof. Dr. Nadir Nadirov re û ji hemû malbat, heval û hezkirîyên xwedê jê razî re dixwazin.
Serê gelê Kurdistanê sax be.
24.08.2021
Mustafa Özçelik
Serokê Giştî yê PAKê
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin