Serokê Giştî yê PWKê Mustafa Ozçelîk:  Ji bo xizmeta ji zimanê kurdî, divê em bi dudilî û bi mesafe li dersa bijarte ya kurdî nenêrin!

Serokê Giştî yê PWKê Mustafa Ozçelîk: Ji bo xizmeta ji zimanê kurdî, divê em bi dudilî û bi mesafe li dersa bijarte ya kurdî nenêrin!

.

A+A-

Serokê Giştî yê Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Mustafa Ozçelîk:

Ji bo xizmeta ji zimanê kurdî, divê em bi dudilî û bi mesafe li dersa bijarte ya kurdî nenêrin!

Serîlêdana ji bo dersa bijarte ya kurdî (kurmancî, kirdkî/zazakî) roja 17.02.2025ê bi dawî tê.

Em bangî hemû malbatên kurdan dikin da ku ji bo zarokên xwe yên di polên 5, 6, 7 û 8ê de ne dersa bijarte ya kurdî (kurmancî, kirdkî/zazakî) hilbijêrin.

Heger em dersa bijarte ya kurdî hema bes weke kurseke bêpere ku ji alîyê dewletê ve tê dayîn jî bihesibînin, ev bi xwe jî kês û destkeftinek e û divê em li vê destkeftinê xwedî derkevin.

Lê xwedîderketina dersa bijarte ya kurdî qet nayê wê maneyê ku em dest ji mafên xwe yên perwerdeya bi zimanê kurdî û fermîbûna zimanê kurdî berdidin. Berevajîyê wê, di demeke ku dinyaya digital jî di asteke mezin û xeter de rê ji asîmîlasyonê xweştir dike de, hilbijartina dersa bijarte ya kurdî, piçekî be jî rê li ber girtina asîmîlasyonê ye, lêxwedîderketina zimanê kurdî ye, ji bo zarokên me kurdî fêrbibin gavek e.

Heger îro em mecbûr mabin ku zarokên xwe li dersa bijarte ya kurdî qeyd bikin, ev ne eyba me kurda ne. Heger eybek hebe, ew jî ya wê Dewleta Tirkîyeyê ku di Qanûna Bingehîn û hemû yasayên xwe de, hebûna 30 milyon kurdan tune dihesibîne; mafê perwerdeya bi zimanê kurdî û li gel tirkî fermîbûna zimanê kurdî qebûl nake.

Heger em bikaribin bi sedhezaran zarokên kurdan di dersa bijarte ya kurdî de qeyd bikin, ev yeka jî dê bingehê fermîbûn û perwerdeya bi zimanê kurdî xurtir bike.

Ji ber wê jî em ji bo dersa bijarte ya kurdî dibêjin: ‘’têrê nake, lê dîsa jî em dibêjin erê’’.

Belê, bikaranîna mafê dersa bijarte ya kurdî jî, ji bo bi sedhezaran zarokên kurdan, gavek e, îmkanek e, şansek e ji bo fêrbûn û lêxwedîderketina zimanê kurdî û divê em vê firsendê bi kar bînin.

Ji ber vê yekê jî em bangî hemû alî û kesên ku bi gotin, helwest, boykot, biçûkdîtin, rêlibergirtin, sistgirtinê, li dijî dersa bijarte ya kurdî derdikevin dikin, ku vê nêrîn û helwesta xwe li ber çavan derbas bikin, dest ji vê helwesta xwe berdin.

Divê herkesek lê hay bibe ku di vê pêvajoya ku em tê de derbas dibin de, bi kîjan sebebê dibe bila bibe, lêxwedîderneketina li dersa bijarte ya kurdî, di eslê xwe de dê zerarê bide hewlên ji bo fêrbûna zimanê kurdî û mixabin dê kêsê ji asîmîlasyonê re xweştir bike.

Werin em hem zarokên xwe li dersa bijarte ya kurdî qeyd bikin; hem jî ji bo ku dersa bijarte ya bi zimanê kurdî ji dibistana destpêkê ya zarokan û ji destpêka pola yekê heta dawîya pola 12yê bibe dersa mecbûrî û ji bo zimanê kurdî bibe zimanê fermî û bibe zimanê perwerdeyê, em xebat û têkoşîna xwe bidomînin, berfirehtir û xwirtir bikin. Ev herdu kar û xebat ne li dijî hev in; berevajîyê wê, dê piştgirîya hevdû bikin.

Her fikir û gaveke ku parastin û piştgirîya fermîbûn û perwerdeya bi zimanê kurdî (kurmancî, kurdkî/zazakî) dike, parastin û piştgirîya axaftin, nivîsandin, fêrkirina zimanê kurdî dike, zimanê kurdî diparêze, teşwîq dike, pêşde dibe, divê em girîng bibînin û em piştgirîya wê bikin.

Em bangî rayedarên Dewleta Tirkîyeyê dikin ku, dawî li her cûre astengîyên li ber hilbijartina dersa bijarte ya kurdî bînin. Em bangî hemû rêvebir û berpirsên li dibistanan dikin ku ji bo hilbijartina dersa bijarte ya kurdî ji malbatan re bibin alîkar û prosedura serîlêdanê hêsantir bikin.

Zimanê me hebûna me ye, zimanê me rûmeta me ye.

Em di jîyana xwe ya rojane de bi kurdî biaxivin û kurdî fêrbibin. Bi taybetî em bi zarokên xwe re bi kurdî biaxivin, ji bo ku zarokên me kurdî fêrbibin, em ji her îmkan û firsendê feydê bigrin û bikarbînin.

12.02.2025

Mustafa Ozçelîk

Serokê Giştî yê Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin