Serokê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li Yewnanîstanê ye
.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê mesrûr Barzanî di gera xwe ya kurt ya Ewropa de do (11.06.2021) ji bo danûstandinan li gel berpirsên hikûmî yên Yewnanîstanê çend hevdîtinan pêkanî.
S. H. Kurdistanê Mesrûr Barzanî ji alîyê serokê hikûmeta Yewnanîstan Kiryakos Mîçotakîs ve hat pêşwazî kirinê.
Di hevdîtinê de peywendîyên aborî û polîtîk hatin axaftinê. Û ji bo pêngavên berpiçav herdû alî amadebûyîna xwe derbirîn.
Li gel danûstandinên dualî, li ser pirsgirêkên herêmê jî bîr û ray hatin parvekirinê. Herwiha, herdû alî di derbarê danûstandinên cînartîya baş û serdestîya hiqûqa navneteweyî hemfikirîyên xwe hanîn ziman.
Di hevdîtina Serokê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ya bi Serokê hikûmeta Yewnanîstanê Kiryakos Mîçotakîs, Thanios Ntikos a şêwirmendê berevanîya neteweyî ya K. Mîçotakîs, wezîrê derve Dendias, berpirsê şêwirmendîya dîplomasî ya aborîyê Kostas Frankoyianis, elçîya mezin ya berpirsiyarîya mêza dîplomasî yê Elenî Sûranî di hevdîtinê de amadebûn.
RN/Yewnanîstan
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin