Serokê herêma Kurdistanê peyamek serxweşiyê belav kir
Serokê herêma Kurdistanê peyamek serxweşiyê belav kir
A+A-
Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi boneya koça dawî ya Şêx Salar Hefîd, ku kesayetekî navdar a kurd e, peyamek serxweşiyê ji malbata Şêx Mehmûd Hefîd re rêkir.
Peyama Serokê herêma Kurdistanê waha ye;
Mixabin nûçeya koça dawiyê ya kesayetiya diyar û naskirî ya malbata Şêx Mehmûdê nemir û Silêmaniyê, xwedê jê razî Şêx Salar Hefîd me bîhîst.
Em serxweşiyê li malbata birêz Hefîdzade dikin û em hevbeşê xemên wan in û ji xwedayê mezin daxwaz dikin xwedê jê razî bi mîhrebaniya xwe şad bike û sebr û aramiyê bide kesûkar û malbata birêz re bibexşe.
Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê.
07.10.2020
Nûçeya berê û ya piştre
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin