Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêşwazî li Balyozê Rûsya li Iraqê kir
.
A+A-
erokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 31.10.2022yê pêşwazî li Balyozê Rûsyayê li Iraqê Elbrus Kutrashev û şanda pê re kir.
Di civînê de, dawî pêşhat û guhartinên li Iraqê piştî bidawîhatina aloziya siyasî û pêkanîna hikûmeta nû û giringiya çareserkirina kêşeyên di navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal de li ser bingeha destûrê hatin gotûbêjkirin.
Pêşxistina pêwendiyên dualî û giringiya rûbirûbûna kiryarên terorîstî mijareke din a vê hevdîtinê bû.
Nûçeya berê û ya piştre
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin