Serokê Îtîlafê: Me lêkolîn ji bo kiryarên li gundê Kaxirê vekiriye

Serokê Îtîlafê: Me lêkolîn ji bo kiryarên li gundê Kaxirê vekiriye

.

A+A-

Şandeke Hevpeymaniya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Opozîsyona Sûriyeyê (Îtîlaf) bi serokatiya Serokê Îtîlafê Hadî El-Behra serdana Efrînê kir û bi hejmarek aliyên siyasî û çekdaran re kom bû. Di wê civînê de, êrîş û aloziya li gundê Kaxirê û binpêkirinên çekdarên opozisyonê li dijî Efrînê hatin gotûbêjkirin.

Ji bo şopandin û gotûbêjkirina binpêkirinên çekdarên opozisyonê li dijî kurdên Efrînê û bi taybetî yên li gundê Kaxirê, Serokê Îtîlafê Hadî El-Behra serdana Efrînê kir û bi hejmarek aliyên siyasî û çekdaran kom bû. Behra ji K24 re got, lêkolîn derbarê bûyerên Kaxirê hatiye vekirin û ew li benda encama ne.

Serokê Hevpeymaniya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Opozîsyona Sûriyeyê (Îtîlaf) Hadî El-Behra ji K24ê re got: “Itîlaf û desthelatên têkildar dosiyeyê dişopîne, ev mijar girêdayî Wezareta Berevaniyê û Dadweriya Serbazî ya di Hikumeta Demkî de ye. Me ji destpêka bûyerê ve tedbîrên pêwîst wergirtin û hikumetê lêkolîn vekiriye, niha jî em li benda encamên lêkolînên taybet bi wan bûyerên xerab in.” 

Nûnerên kurd di wê civînê de dan zanîn, dem hatiye ku binpêkirinên li Efrînê bêne eşkerekirin û tawanbar werin sizakirin, herwiha daxwaza avêtina gavên cedî jî ji bo parastina sivîlan kirin.

Endamê Besta Kurdên Serbixwe Azad Osman got: “Em dixwazin bigihin rastiyê. Eger şaşîtî bûne, divê werin çareserkirin û eger zulmî heye, divê em mafên xelkê vegerînin. Lê heta niha belgeyên hene diyar dikin ku binpêkirineke mezin li dijî jinên ku derketine xwepêşandanê çêbûye. Em bloka Kurd di Îtîlafê de û Besta Kurdên Serbixwe dixwazin komîteyeke lêkolînê bê pêkanîn ji bo rastiyan aşkere bike û her kesek mafê xwe werbigire.”  

Endamê Komeleya Sûriyeya Pêşerojê Zihnî Ebdo jî got: “Ev zulm û binpêkirinên ku îro çi li ser kurdan, yan li ser birayên me yên ji navçeyên din hatine, ereb yan tirkman tê kirin, dê were aşkerekirin û her kes dê mafê xwe bibe û vê zulmê li ser vî miletî rakin.

Roja 15ê îlonê grûpa çekdar a bi navê Sultan Silêman Şah (Emşat) bi ser gundê Kaxirê de girtiye û li hejmarek kurd dan û eşkence kirin û hejmareke din din girtin. Li hember vê yekê jî jinên gund li hev kom bûn û ev zordariya çekdaran red kirin, lê çekdaran gule reşandin û li jinan dan û di encamê de hejmarek jin birîndar bûn.

 

K24 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin