Serokê Mixalefeta Sûriyeyê: Divê hemû Sûriyeyî xwe di hikûmeta veghuz de bibînin

Serokê Mixalefeta Sûriyeyê: Divê hemû Sûriyeyî xwe di hikûmeta veghuz de bibînin

.

A+A-

Rawîn Stêrk

Serokê Mixalefeta Sûriyeyê Hadî Behre ragihand ku Divê hemû Sûriyeyî xwe di hikûmeta veguhêz de bibîne.

Hadî Behre diyar kir ku piştî ketina desthilata Beşar Esed wan dest bi dabînkirina aştiya navxweyî kiriye û got:

“Hikûmeta veguhez dê heta dawiya meha Adarê berdewam be. Hikûmeta veguhêz hemû pêkhate, aliyên siyasî, neteweyî û olî li xwe digire. Divê hikûmeta veguhêz ne li ser ti bingeheke mezhebî be

Behre da zanîn ku piştî pejirandina destûrê, hilbijartineke azad û paqij dê wer kirin û got:

“Destûra nû pergala hikumdariya paşerojê ya Sûriyeyê yekalî dike. Hikûmeta niha ku ji aliyê HTŞê ve hatiye pêkanîn hikûmeta rizgariyê ye. Li gorî vê destûra niha zehmet e hilbijartin li Sûriyeyê bê kirin.”

Hadî Behre tekez kir ku dem hatiye ku hemû hêzên biyanî ji xaka Sûriyeyê vekişin û got:

“Li Sûriyeyê hin rêxistin hene ku têkiliyên wan ligel hin rêxistinên ku li Tirkiyryê wekî terorîst tên naskirin hene. Sûriyeya nû nabe çavkaniya gefê li ser ewlehiya welatên cîran

Divê hemû têkilî bi PKKê re bên qutkirin. PKK ne rêxistineke Sûrî lê rêxistineke Tirkî ye. Diyaloga Kurdî-Kurdî dibe destpêka diyalogeke Sûrî ya dorfirehtir.

Têkiliyên rasterast ên hêz û mîlîşyayên PKKyê bi Sûriyeyiyan re nînin.

Em hincetan nedin, kes destwerdanê di karûbarên me de nake”

Bi gotina Hadî Behre mafê Îtîlaf û ENKSyê bi tenê nîne ku sîstema federalî ragihînin.

Serokê Mixalefeta Sûriyeyê Hadî Behre pirsên Nûçegihanê Rûdawê Rawîn Stêrk bersivandin û ev jî pirs û bersivên hevpeyvînê ne:

Rûdaw: Guherînên dawî yên li Sûriyeyê  wateya wan çi ye? Welat ber bi ku ve diçe?

Hadî Behre: Piştî operasyona leşkerî, yekser dest bi karê çareserkirina hin pirsgirêkên sereke hat kirin. Herî girîng jî dabînkirina aştiya civakî, ewlehî û selametiya welatiyên li Sûriyeyê û dabînkirina pêdiviyên bingehîn, bi taybetî xwarin û vexwarin bû. Sêyem jî dabînkirina karkirina saziyên sereke yên wekî av, elektrîk û telefon bû. Piştre jî pêngavên pêwîst ji bo parastina saziyên dewletê hatin avêtin. Ev pêngav ji operasyona Helebê dest pê kir û heta parêzgehên din berdewam kir.

Niha em dibînin ku li Şamê jî tê pêkanîn. Ev roja sêyem e piştî rizgarkirina Şamê û ew bi awayekî berdewam û bi rêkûpêk tê meşandin. Ya herî girîng jî kontrolkirina helwesta hêzên leşkerî yên ku operasyonên rizgarkirinê pêk anîn li hember welatiyên sivîl di çarçoveya mafên mirovan de bû û dabînkirina ku azadî û taybetmendiyên wan neyê binpêkirin. Karmendên teknokrat û burokratên dewletê di karên xwe de man, lê wezaret wek hikûmeta karûbarê rojane hat guhertin, heta ku serokwezîrekî nû yê demkî ji niha heta dawiya meha adarê bê erkdarkirin.

Di vê demê de, divê şêwirmendiyên berfireh bi hemû pêkhateyên Sûriyeyê re bên kirin derbarê tayînkirina hikûmeta veguhêz de. Ev hikûmeta veguhêz divê sê pîvanên bingehîn bi cih bîne:

Divê temsîla hemû pêkhate û rengên civaka Sûriyeyê bike, tu kesî ji pêvajoya siyasî dûr nexe, û divê ji aliyê hêzên guherînê û yên din ve bê pejirandin. Divê li ser bingehê mezhebî neyê avakirin. Ev hikûmeta veguhêz hevterîpî wê ya bi navê Desteya Hukmê Veguhêz e, di biryara Encûmena Asayişê ya 2254 de. Çi erkê vê hikûmeta veguhêz e? Erkê wê yê sereke dabînkirina jîngeha ewle û bêlayen e, serbarî şopandina karûbarên xizmetguzariyê ji bo welatiyan. Di dema hikûmeta veguhêz de, ku biryara Encûmena Asayişê ya 2254 bi 18 mehan diyar kiriye, pêwîst e makanîzmayek bê dîtin, lihevkirin li ser bê kirin, di navbera sazî û hêzên şoreşê û Mixalefetê de, bi beşdarbûna hemû saziyên heyî, di nav de jî Desteya Danûstandinê ya Sûrî, ku li nav biryarên Encûmena Asayişê dan pê hatiye dan û di nav de jî proseya danûstandinê heye, ji bo danîna mekanîszmayekê ku karên wê hemû pêkhateyên gelê Sûriyeyê li xwe bigire û kesek jê neyê dûrxistin, ji bo gihiştin bi diyarkirina bi hin pîvanên taybet ji bo dariştina destûreke nû, ji bo Sûriyeyê, di dema 18 mehan de, ku dema hukmê veguhêz e, bi rêya komeleyeke damezrêner, di kongireyeke giştî de bê hilbijartin. Eger ev gav hatin avêtin, weke ku pêwîst e û em hemû pê pabend bûn û di cîbicîkirina wê de, bi hev re alîkar bûn, em ê gihiştibûn dawiya dema 18 mehan, û em ê amade bin ji bo rapirsiyê li ser destûrê, û eger ev destûr, ji aliyê gelê Sûriyeyê ve, hate pesendkirin, yekemîn hilbijartinên azad û destpak, têne kirin, yan wê hilbijartinên parlemanî bin, yan jî wê hilbijartinên serokatiyê bin, li gorî destûra nû ya Sûriyeyê.

Rûdaw: Piştî ketina Beşar Esed, tevahiya pergala dewletê jî pê re ket, heta wî zêr û pereyên mezin jî bi xwe re birin. Eger em li helwestên welatên rojavayî binêrin, ew di derbarê projeya avakirina Sûriyeya nû de nermiyê nîşan nadin. Bi dîtina we, kî dê Sûriyeya nû ava bike û çawa?

Hadî Behre: Avakirina Sûriyeyê, pêşî û bi awayekî sereke, li ser milê me hemû Sûriyeyiyan e. Çi gelê Sûriyeyê yê ku ji Sûriyeyê derketiye û koçber bûye yan jî penaberî welatên din bûye, çi jî yên ku li navxweyî welêt in, divê ev hemû kes vegerin.

Divê em li ser ya heyî ava bikin û wê wek xala sifir bibînin. Me ti gav ji bo hilweşandina saziyên dewletê û şiyanên wê neavêtine, berevajî wê yekê me ew parastin, û ew dibe xala sifir. Divê em li ser wê ava bikin bi rêya çaksazî û jinûveavakirina wan, û pêşxistina pisporî û şiyanên pêwîst. Herwiha divê sermiyanên niştimanî ya ji Sûriyeyê koçber bûne û bi sedema rejîma tawankar a berê, xwediyên wê dest jê berdane, û nemana hêviyê li cem wan derbarê paşeroja Sûriyeyê, ku zarok û neviyên wan şiyawî wê paşerojê bûn.

Niha derfeteke rasteqîne heye ji bo jinûveavakirina Sûriyeyê, lê şiyanên têrker ji bo peredarkirina van projeyan an jî dabînkirina pisporan tune ne, ji ber ku mixabin 65% ji bingeha jêrîn a dewleta Sûriyeyê hat hilweşandin. Di Şerê Cîhanê yê Duyem de, 60% ji bingeha jêrîn a Almanyayê hat hilweşandin, lê li Sûriyeyê 65% hat hilweşandin, lewma bar giran e. Ev hewildanên piştgiriya dewletên bira û dost, û rêxistinên navdewletî, di nav de bernameyên Neteweyên Yekbûyî dixwaze. Em hêvî dikin ku dê piştgiriyeke berfireh ji bo vê yekê hebe. Ji rojên destpêka şoreşê ve, saziyên taybet ên ji bo projeyên başbûna zû hebûn, yek ji wan Sindoqa Peredarkirina ji bo Jinûveavakirina Sûriyeyê ye, ku sindoqeke hevpar e ku gelek dewlet tê de beşdar dibin û piştgiriyê didin û projeyan peredike. Bo nimûne, niha hemû nanpêjxaneyên li herêmên bakurê rizgarkirî yên Sûriyeyê bi peredariya vê sindoqê dixebitin. Genim û ard tê dabînkirin, cotkar tên piştgirîkirin, mesrefên nexweşxaneyan tên dabînkirin, û torên enerjiya rojê ji nexweşxaneyan re tên dabînkirin, ji çend salan ve ev sindoq, li bakurê rojavayê Sûriyeyê yan bakurê rojhilatê Sûriyeyê, bi vî karî radibe. Ev sindoq wê berdewam be, û em ê wê bipûêş bixin, serbarî rola birayên me yên Ereb, û dewletên dozt ku bi rastî, ji destpêka şoreşê ve, li kêleka gelê Sûriyeyê rawestiyan, weke Tirkiye, Misr, weke dewletên din jî ku amade ne bi roleke wiha rabin.

Rûdaw: Dema ku Îtîlafa Sûriyeyê ya Mixalefetê hat avakirin, armanca we hilweşandina Esed bû û niha ew ket. Wek îtîlaf, gelo hûn difikirin ku navenda xwe ya sereke bibin Şamê? Û hûn dê vegerin Şamê?

Hadî Behre: Îtîlafa Neteweyî ya Sûriyeyê îtîlafeke hêzên siyasî yên curbicur û pêkhateyên bingehîn ên civaka Sûriyeyê ye, û ew Sûrî ye. Lewma normal û lojîk e ku vegere hundir, û ew bi rastî jî vegeriya hundir, û çend ofîsên wê li hundir Sûriyeyê hene, lê ew tenê li herêmên bakur bûn.

Navenda Îtîlafê li bajarê Ezazê bû, herwiha navenda hikûmeta demkî li bajarê Raî ye, û navendên din li Efrîn û herêmên din hene. Niha, divê em wek welatekî û dewleteke yekgirtî vegerin, û em ê navenda Îtîlafê bibin bajarê Şamê da ku bibe navenda sereke, û şaxên wê li parêzgehên din ên Sûriyeyê vekin. Niha em li ser amadekariyên lojîstîk ên pêwîst kar dikin.

Rûdaw: Asta têkiliyên we bi Heyeta Tehrîr El Şamê re çawa ye? Li gorî agahiyên me, şandeyeke ji Îtîlafê çû Şamê ji bo hevdîtina bi Cewlanî re.  Xwezaya vê hevdîtinê çi bû û hûn çi encaman jê hêvî dikin?

Hadî Behre: Şande neçû Şamê ji bo hevdîtina bi Cewlanî re. Endamên Îtîlafê yên ku nûnertiya parêzgeha Şamê dikin, bi tenê piştî rizgarkirina Şamê, hatin şandin parêzgehê da ku dest bi şêwirmendiyên berfireh bi hêzên civakî û siyasî yên li Şamê re bikin. Armanca sereke ne pêwendî bi birêz Ehmed Şer (Colanî) re bû. Ev mijar ji aliyê serkirdayetiya Îtîlafê ve tê birêvebirin, û em hêvî dikin ku di demeke nêzîk de hevdîtinek bi birêz Ehmed Şer re çêbibe ji bo alûgorkirina dîtinan û gavên pêwîst ên pêş me, da ku hemû aliyên Sûriyeyê, bi hemû pêkhateyên gelê Sûriyeyê re, bi destekî û bi hevahengiyeke hevpar kar bikin, ji bo bicîhanîna emaneta ku li ser milê me ye. Hemû tiştê ku niha diqewime yan demkî ye yan veguhêz e, û erkê me ev e ku em vê derbasbûnê li gorî daxwazên gelê Sûriyeyê pêk bînin, ji bo bidestxistina sê armancênbingehîn:

Dadwerî, demokrasî û pêkanîna dewleteke welatîbûnê ya di maf û erkên hemû Sûriyan de wekhev be. Dema ku dadwerî pêk hat, dê gelê Sûriyeyê bikaribe serkirdeyên xwe hilbijêre û karûbarên xwe bi rêya hilbijartinên azad û paqij ên ku hemû tê de beşdar dibin, destnîşan bike.

Rûdaw: Hikûmeta niha ya ku Heyeta Tehrîr El Şamê pêk aniye, tenê endamên wê tê de ne. Gelo hûn jê razî ne? We nedixwest ku endamên we jî tê de bin?

Hadî Behre: Em tiştan li gorî pêşîneyên ku min di destpêkê de gotin dinirxînin. Em di qonaxeke neasayî de derbas dibin û di rewşên neasayî de ne û pêşîneyên mezin û giran hebûn, ne hêsan bûn. Pêwîst bû ku şiyana kontrolkirina biryarê û lezgîniya bicîhanînê bingehîn be. Di vê qonaxê de, ku me jê re got qonaxa demkî, û ew ji destpêka rizgarkirina parêzgehan heta meha Aadarê ye, rewş cuda ne. Hikûmeta niha ya ku Heyeta Tehrîr El Şamê pêk aniye ji Hikûmeta Inqaz e, û bi şêwirmendiya bi me re nehat pêkanîn. Tê de nûnerên partiyên siyasî an tevgerên siyasî an saziyên şoreşê yên heyî tune ne, lê ev tiştekî xwezayî û têgihîştî ye. Em têdigihîjin ku pêkanîna desteya hikûmeta veguhêz piştî Aadarê divê pîvanan li gorî biryarên navdewletî bi cih bîne, û divê hemû aliyên têkildar tê de beşdar bibin, çi di pêvajoya siyasî de, ji ber ku pejirandina navdewletî heye, û ev pejirandin divê em ji bo berjewendiya şoreş û gelê Sûriyeyê û hemû pêkhateyên civakê bi kar bînin.

Rûdaw: Hikûmeta niha ya ku Heyeta Tehrîr El Şamê pêk aniye bi serokatiya Mihemed El-Beşîr e. Hûn wek îtîlaf, gelo hûn wê nas dikin? Û hûn hêvî dikin ku hûn bigihêjin lihevkirinekê bi wê re?

Hadî Behre: Wek ku hûn dizanin, wî kesên jêhatî li gorî dîtina xwe ji nav kesên ku berê pê re kar kiriye hilbijart, ji ber sedemeke sereke ku ew dizane ku piştî operasyona leşkerî yekser hin erkên bingehîn hene ku divê bên bicîhanîn. Lewma, disiplîn di bicîhanîna fermanan de û lezgîniya bicîhanînê elementeke bingehîn bû. Ji ber vê yekê, alternatîva wî tune bû kesekî ku ew nas nake an nikare pê ewle be, tayîn bike.

Di vê demê de, wî kesên ku ji Hikûmeta Inqaz li Idlibê nas dike bikar anîn. Ez nikarim li ser performansa wan daraz bikim ji ber ku min berê bi wan re kar nekiriye, lê birêz el-Şeri’ (Cewlanî) wan nas dike û sînorên şiyanên wan dizane, lewma wî ev biryar girt û ew berpirsiyarê wê ye. Lê em, em nehatin şêwirmendîkirin û me nedipa ku em di vê qonaxê de bên şêwirmendîkirin, ji ber ku em bi xwe beşek ji pêvajoya sekinandina êrîşê bûn. Grûpên leşkerî yên ku di odeya operasyonan de beşdar bûn ji Artêşa Niştimanî ne û beşeke bingehîn a vê odeyê bûn, û Îtîlaf piştgirê vê odeyê bû. Ez hemû tirs û rexneyên ku Sûrî derdibirin fam dikim, lê dema pêkanîna hikûmeta veguhêz, ew ê berfireh be û hemû pêkhateyên gelê Sûriyeyê di nav xwe de bigire. Ev hikûmet dê xwedî bawerî be û li ser bingeha mezhebî an cudakariyê neyê avakirin. Pêwîst e hemû xelkên Sûriyeyê hebûna xwe tê de bibînin.

Rûdaw: Her çiqas Cewlanî bi fermî ne serokê hikûmeta niha be jî, biryar di destê wî de ne? Di rojên pêş de eger Cewlanî bibe serokê Sûriyeyê hûn ê vê qebûl bikin?

Hadî Behre: Mijar ne mijara serokatî an pozisyonê ye ji ber ku wek min got ev dem yan demkî ye di beşa yekem de ku ji niha heta Adarê ye, yan jî qonaxa veguhêz e. Di qonaxa veguhêz de ji piştî Adarê heta 18 mehan eger em dest bi jimarê ji wê demê bikin, divê biryar ne yên takekesî bin, yanî divê mekanîzmayên rêvebirinê bên danîn ku şefafiyet û beşdariya berfireh di biryarê de çêbibe da ku rêjeya pabendiya bi qanûnan û dilniyayiya gel û rehetiya wî bilind bibe ku ne tenê aliyekî kontrola biryarê heye û ku nûneriyeke berfirehtir di mekanîzmayên biryardanê de heye. Em li gorî rastiyê, li gorî performansê, li gorî bersivdayînê daraz dikin. Kesê ku em dibînin baş kar dike û em kar û xebata wî ya baş dibînin, em ê ji spasdar û pesndarên karê baş bin. Û kesê ku karekî nebaş an nerênî dike, em ê şîretkar bin ji bo çareserkirina şaştiyê. Eger çareser bike dê pir baş be, eger çareser neke em ê berdewam bin, yanî dijberiya vê kiryarê û daxwaza çareserkirina wê heta ku bê çareserkirin. Divê em hemû di vê demê de xwe bidin û berpirsiyar bin ji bo derbasbûna Sûriyeyê bi aştî heta dawiya qonaxa veguhêz û nivîsandina reşnivîsa destûreke nû ku em referandûmê li ser bikin, piştre jî sandoqên dengdanê bibin darazê dawî.

Rûdaw: Di nav refên Heyeta Tehrîr El Şamê de gelek kadro û çekdarên biyanî hene, gelek vîdyoyên wan li Şam û Laziqiyê hatin belavkirin, û van kesan tawan û şaştî kirine? Helwesta Îtîlafa Neteweyî ya Sûriyeyê li hember van çekdaran çi ye? Û gelo hebûna wan metirsiyê li ser paşeroja Sûriyeyê çê dike?

Hadî Behre: Wek ku hûn dizanin em wek Îtîlaf rêveberiya Heyeta Tehrîr El Şamê nakin, lê em dizanin ku tevgera Heyeta Tehrîr El Şamê ji demeke dirêj ve dest bi derxistina komên biyanî yên ne Sûrî ji Sûriyeyê kiriye, yan jî rêyên danûstandinê û têkiliyê bi wan re dîtine ji bo yên ku man, eger man. Eger ew di bin kontrola Heyeta Tehrîr El Şamê de bin, divê Heyeta Tehrîr El Şamê vê rewşê çareser bike. Lê hin komên ku ne di bin kontrola Heyeta Tehrîr El Şamê de ne, bi taybetî li Laziqiyê min raporek dixwend ku gihîşt min ku di gelek rewşan de tevlihevî, dizî, şewitandina hin avahiyan ji aliyê kesên ku ne ji nav Heyeta Tehrîr El Şamê de bûn, komek çekdar bûn ku digot em ji Heyeta Tehrîr El Şamê in û em ê wiha û wiha bikin ji bo tirsandina xelkê. Heyeta Tehrîr El Şamê hejmarên ewlehî û polîsan ragihand ku di rewşa hebûna her gazinekê de welatî bi vê hejmarê re têkilî deyne da ku ew zirarê çareser bike. Û eger çareser nebe, bi me re yan bi her aliyekî din re biaxivin û em ê bi wan re biaxivin. Lê bi piştrastî me rêzgirtina mafên mirovan û nebinpêkirina azadiyan şopand, û rêjeya disîplînê hebû ne dibêjim ji sedî 100 lê ji sedî 95, ma ji sedî 5 û ev binpêkirin ne fîzîkî bûn hinekî ji wan mînak ê pirsiyarekê pirsî ku nediviya bipirse yan tê de binpêkirina taybetmendiyê yan binpêkirina manevî hebû lê ji aliyê êrîşên fîzîkî, êrîşkirina ser malan ve ew hema bêje tune bûn.

Rûdaw: Îtîlafa Neteweyî xwedî hikûmetekê ye di nav çarçoveya xwe de, û niha piştî ku armanca Îtîlafê ya hilweşandina Esed pêk hat, gelo ev hikûmet dê berdewam bike? Û eger berdewam bike, rola wê çi ye?

Hadî Behre: Bila ez pêşî li ser pergala navxweyî ya Îtîlafê biaxivim. Di pergala navxweyî ya Îtîlafê de maddeyeke zelal heye ku dibêje di gavek de piştî ketina rejîmê, divê Îtîlaf bangî kongreya neteweyî ya giştî bike di nav demeke herî dirêj 90 rojan piştî ketina rejîmê. Ev gava yekem e, lê Îtîlaf dê bimîne heta ku hilbijartinên azad û paqij, çi serokayetî çi parlemanî, bên kirin. Di wê gavê de, Îtîlaf dê bê hilweşandin yan jî endamên wê dikarin wek îtîlafeke siyasî berdewam bikin û beşdarî hilbijartinan bibin û pêşbaziyê bi îtîlafên siyasî yên din re bikin.

Rûdaw: Gelo pêşniyar yan hêviyek heye ji bo lidarxistina hilbijartinan li Sûriyeyê? Û di rewşa hebûna wê de, amadekirina wê çiqas dem dixwaze?

Hadî Behre: Li gorî destûra niha nabe ku hilbijartin li Sûriyeyê bên kirin, divê jinûvedariştin û nivîsandina destûrê ji aliyê meclîseke damezrîner ve bê kirin ku yan ji kongreya giştî tê hilbijartin yan li gorî mekanîzmaya ku dê li ser were lihevkirin di navbera saziyên opozisyona bingehîn de. Piştî pêkanîna hikûmeta veguhêz û bangkirina kongreya giştî, divê em ji wê derkevin bi hikûmeteke veguhêz û komîteyeke jinûvedariştin û nivîsandina destûrê, piştre jî çêkirina hawîrdora ewle û bêalî. Ev dema veguhêz 18 mehan didome, heta dema 2 salan.

Rûdaw: Îsraîl cihên berevaniyê û xalên stratejîk li Sûriyeyê bombebaran kirin û niha kontrola beşek ji axa Sûriyeyê dike. Hûn vê çawa dibînin? Û têkiliyên Sûriyeyê bi Îsraîlê re dê çawa bin?

Hadî Behre: Ji bo me, em vê êrîşa eşkere şermezar dikin, ku demên wê jî xelet bû, û nîşaneke neyînî bû ji bo gelê Sûriyeyê ku di van rewşên zehmet re derbas dibe û rûpeleke nû ya dîroka xwe vedike, ku destpêk bi êrîşên asmanî û êrîşkirina ser axa Sûriyeyê be tiştekî nayê qebûlkirin. Ya ku ji hin aliyên navdewletî gihîşt me nîşanê dikd ku derbasbûna hêlên agirbestê û hêlên aştiyê demkî ye û dê berdewam nebe, û ya ku gihîşt me jî ew e ku ew di herêma bêalî yan tampon de derbas nebûne. Lê armancdayîna hêmanên artêşa Sûrî, yan ya ku jê maye, ji ber ku gelek ji wan hat hilweşandin, ev tişteke ku gelê Sûrî bedelê wê dide. Ev kiryar aloziya herêmê zêde dikin û dijminantiya di navbera gelan de kûr dikin.

Pêşî, em bi tundî van êrîşan şermezar dikin, û em ji Neteweyên Yekbûyî û dewletên dost û bira daxwaz dikin ku zextê bikin da ku Îsraîl neçar bikin ku li hêlên aştiyê û peymanên îmzekirî pabend bibe. Herwiha em ji hemûyan daxwaz dikin ku pêwîst e konferanseke aştiyê li Rojhilata Navîn bê lidarxistin ji bo çareserkirina van hemû pirsgirêkên mayî.

Rûdaw: Gelo hûn tercîh dikin ku têkiliyên Sûriyeyê û Îsraîlê baş bin wek têkiliyên wê bi Tirkiye û Emiratan re? Û di rewşa ku ne baş be de, Sûriye dikare heta çi radeyê bibe dewleteke bihêz û xwe ji nû ve ava bike?

Hadî Behre: Hemû herêma Rojhilata Navîn ji şer û kuştin û hilweşandinê re ji bo nifşan hat rawestandin. Ez xwe bi bîr tînim û beriya min bavê min, me şerek dît paşê salên bê şer, paşê şerek û şerek. Ev pêvajoya berdewam a hilweşandinê nikare berdewam bike. Divê hemû rêberî û gelên herêmê fêm bikin ku di dawiyê de divê em bi hev re li ser vê erdê bijîn, û ew ji bo me hemûyan têr dike. Li şûna xerckirin û bikaranîna pere û çavkaniyan ji bo şer û kuştinê, em dikarin wan di pêşketina berdewam, pêşketina civakan, perwerde, pîşesazî, bazirganî û afirandina derfetên kar de bi kar bînin. Divê em derbasî qonaxeke aramî û pêşketinê bibin ku hemû gelên herêmê jê sûd wergirin. Ev çareserkirina pirsgirêkên mayî û kûrahiyên krîzê li herêmê dixwaze. Em hemû dizanin ku pirsgirêka Filistînê beşek jê ye, û rejîma Esed jî beşek jê bû. Spas ji Xwedê re, me wek gelê Sûrî karî wê ji holê rakin, ku ji me re hawîrdoreke erênî afirand ji bo karkirina li ser çêkirina aştiyê, ne tenê ji bo gelê Sûrî, lê herwiha ji bo gelê Filistînî û Lubnanî û Iraqî, û ji bo hemû gelên herêmê bi temamî. Divê aştî li ser çareseriyên dadmend û qanikirî ji bo hemûyan bê avakirin, û derfetên pêşketina hevpar veke.

Rûdaw: Di vê demê de, dema ku hemû grûp û Heyeta Tehrîr El Şamê berê xwe didin Şamê, Artêşa Niştimanî êrîşî Kobanî û Minbicê kir, ku bû sedema zirarê jî. Çima Artêşa Niştimanî êrîşî Kobanî û Minbicê kir? Û helwesta we di vê derbarê de çi ye?

Hadî Behre: Wek ku min berê got, li herêmê krîz hene û li hundirê Sûriyeyê krîz hene. Ji prensîpên bingehîn ên karê siyasî ev e ku divê welatên cîran rêzê li ewlehî û selametiya axa welatên din bigirin, û divê têkilî li ser garantiyên hevpar ên ji bo bidestxistina ewlehî û aramiya herêmê bên avakirin. Mixabin, wek hûn dizanin, li hundirê Sûriyeyê rêxistin hene ku bi rêxistinên ku li Tirkiyeyê wek terorîst hatine tesnîfkirin re têkildar in. Van rêxistinan milên leşkerî yên xwe li hundirê Sûriyeyê ava kirine û di asta rêveberiyê de têkiliyên wan bi karên ku ji bo dewleta Tirkiyeyê tehlûke ne hene. Û dema ku tehlûke li ser dewletekê hebe, ew ê bê liv û tevger nesekine. Li hundirê Sûriyeyê, em naxwazin û em li bendê ne ku Sûriyeya paşerojê nebe çavkaniya gefê ji bo ewlehî û selametiya tu welatekî cîran, û bi heman awayî, divê axa welatên din jî nebe çavkaniya gefê ji bo ewlehî û selametiya me ya neteweyî. Min berê behsa hebûna hin biyaniyan li Laziqiyê kir. Dem hatiye ku hemû rêberî û hêzên biyanî yên ne Sûrî ji axa Sûriyeyê vekişin. Ev êdî tê redkirin. Em hemû wek siyasetmedar vedigerin ku xema neteweyî ya Sûrî di serî de deynin. Divê tu têkilî bi PKKê re bê qutkirin, û qebûlkirina diyaloga Sûrî-Sûrî bi pêkhateyên mayî re, destpêkirî bi pêkhateya Kurd. Nayê qebûlkirin ku di vê astê de nakokî di nav civaka Kurd de hebin. Diyaloga Kurdî-Kurdî destpêkek e ku bingeha diyalogeke Sûrî ya berfirehtir û bingehîn datîne.

Di vê diyaloga Sûrî de, em armanc dikin ku em dest bi dest kar bikin ji bo avakirina Sûriyeya paşerojê, wek ku min got, ji bo bidestxistina dewleta welatîbûnê ya di maf û erkan de wekhev, bê imtiyaz yan cudahî ji bo tu alî yan sedemekê di Sûriyeya pêşerojê de.

Rûdaw: Tirkiye dibêje ku ew dê destûrê nede tu herêmek di bin kontrola hêzên Kurdî de be, çi li Hesekê, çi li Kobanî yan Qamişlo. Gelo hûn razî ne ku ev herêm bikevin bin kontrola Artêşa Niştimanî?

Hadî Behre: Ez cardin dubare dikim, bêguman pêşeroja Sûriyeyê dê Sûrî pêşî û paşî biryar bidin. Lê dema ku em pencereyên xwe vedikin yan dema ku beşek ji me dibe sedema tehdîda ewlehî û selametiya welatên din, divê em fêm bikin ku ew welat dê berjewendiyên xwe bişopînin û parastina ewlehiya xwe bikin, û hingê dê mudaxele bikin. Eger me hincet nedana wan, wan dê mudaxele nekira, çi li Iraqê yan li hemû herêmê. Iraq, wek mînak, rê ji nifûza Îranê û rola neyînî ya ku Îranê li Sûriyeyê bi rêya milîsên Îranî yên li wir lîst re vekir. Em li bendê ne ku pêşeroja Sûriyeyê wek dewleteke yekgirtî be, ax û gel. Herwiha em dizanin ku rêveberiya dewletê nikare wek beriya sala 2011'an berdewam bike. Divê pêşxistina pergal û qanûnên ji bo rêveberiya herêmî, û berfirehkirina selahiyetên rêveberî yên meclisên herêmî hebe. Divê pêvajoyên hilbijartinê ji bo pozisyonên parêzgeran û endamên meclisên parêzgehan bên daxilkirin, û ev selahiyetên rêveberî li ser hemû parêzgehên Sûriyeyê bên belavkirin. Em naxwazin Sûriyeyê li ser bingeha etnîkî yan olî parçe bikin. Ez, wek welatiyekî Kurd, dixwazim ku ez ji heman maf û erkan sûd werbigirim li Hesekê wek li Siwêda yan Hewranê, ku ez bikaribim li her cihî bicih bibim û kar bikim bêyî ku kes îtîraz bike. Em hewcedarê hevgirtin û avakirina baweriya neteweyî û karkirina bi hev re ne, bêyî ku imtiyazek ji kesekî re li ser yekî din hebe. Dema ku ez daxwaza diyalogê bi te re dikim, divê tu ji min nexwazî ku ez tevlî projeyê te bibim ji ber ku çeka te heye. Divê tu barûdê deynî aliyekî û em li ser bingeha wekheviyê rûnin bo diyalogê. Nabe ku hin kes xwedî bin û hin kes ne xwedî bin, yan hin kes bidin û hin kes bistînin. Divê em li ser rêveberiya dewletê û çarçoveya wê û li ser hemû mijarên têkildarî rêveberiya wê li hev bikin.

Rûdaw: Çi Îtîlaf çi Tirkiye dijî wê ne ku PKK kontrol li van herêman bike. Eger alternatîfek ji PKK re hebe, wek hêzeke Kurdî ya din a ser bi Encumena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyeyê ve, gelo hûn yan Tirkiye dê wê qebûl bikin? Gelo sedema rasterast hebûna hêzên Kurdî ye yan PKK ye?

Hadî Behre: Bi rastî, tam wisa. Hûn dizanin ku PKK ne rêxistineke Sûrî ye lê rêxistineke Tirkî ye. Hêz û milîsên wê ne di têkiliyeke rasterast de ne bi Sûriyan re, û Sûriye wek erdekî ji bo destpêkirina operasyonên ku ewlehiya Tirkiyeyê tehdîd dikin bi kar aniye. Bêguman, eger hêz bi Encumena Niştimanî ya Kurdî yan bi Îtîlafê re bûna, Tirkiye dê li dijî Îtîlafê derneketa. Divê em bigihêjin çareseriyan. Mînak, milîsên Îranî û rola xerabker a ku wan lîst, dema ku derketin, pirsgirêk hat çareserkirin û lêpirsîn dest pê kirin. Heman tişt li vir jî derbas dibe.

Em hewcedarê bikaranîna hemû hewldanan in ji bo ku pêşiya rijandin zêdetir a xwînê bigirin. Divê hemû gelê Kurd û rêxistinên Kurdî daxwaza derketina wan hêzan bikin. Me qedand, em spasiya we dikin. Ji axa me derkevin, û em ê bi birayên xwe yên Sûrî re rûnin û biryara paşeroja Sûriyeyê bidin.

Rûdaw: Em ê bên ser mijara penaberan. Piştî ketina Şamê, penaber vegeriyan herêmên xwe, lê yên ku ji Efrînê ji salên berê ve hatibûn koçberkirin dema xwestin vegerin wê derê, astengî li pêşiya wan derketin. Li gorî agahiyan, beşek ji wan rastî lêpirsînên leşkerî tên, û ji her kesî tê xwestin ku 500 dolarî bide ji bo vegerê. Gelo hûn ji vê yekê razî ne? Û divê çi bê kirin ji bo rawestandina wê? Û helwesta we çi ye?

Hadî Behre: Bê guman, ev kiryar yek ji binpêkirinên mezin ên mafên mirovan e, û sûcek e ku yasa cezayê lê dide. Û bêguman, binpêkirin û sûcên wiha dê berdewam nekin. Ez dibînim wek ku ez te li pêşiya xwe dibînim, ku di sala bê de, û ji destpêka wê, beriya dawiya wê bi gelek, em ê ti yekê ji van binpêkirinan nebînin wek sepandina bac û berdêlên bê qanûn, yan wek ku tu dibêjî, daxwazkirina pere ji kesan ji bo vegerîna mala wan. Ev tiştekî red e, ne mirovane ye, û ne exlaqî ye, û yê ku vê dike sûcekê pêk tîne. Ji ber vê yekê, em hemû li dijî kiryarên wiha ne.

Û dema ku em ji bûyerên taybet agahdar dibin, em hewl didin ku wan bi awayekî lezgîn û rasterast çareser bikin. Wek ku min got, niha armanca me ya herî girîng vegera xwediyên malan e bo welat, gund û malên xwe. Lê ev plansaziyeke baş dixwaze, ji ber ku di hemû şeran de dema ku diqewimin, xelk ji herêmên ku operasyonên leşkerî lê çêdibin ber bi herêmên ewletir ve koç dikin, û dibe ku binpêkirin çêbibin, wek rûniştina di malên ku ne yên wan in. Divê em vê mijarê bi awayekî çareser bikin ku kes vegere mala xwe ya resen, û di heman demê de, em cihê rûniştinê ji malbatên koçber re peyda bikin. Mînak, ji gundewarê Şamê, dema ku xelk dikarin vegerin gundewarê Şamê, pirsgirêkeke mezin çareser dibe. Berê, pirsgirêk li gundewarê Şamê bû, ku koçber di malan de rûdiniştin, û ne pêkan bû ku ew bên derxistin bêyî ku cihê rûniştinê yê alternatîf ji wan re bê peydakirin. Rewş niha çêtir e, û ewlehî û aramî dê bi temamî cih negire heta ku xelkê hemû herêman vegerin cihên xwe yên resen ên rûniştinê.

Rûdaw: Encumena Niştimanî ya Kurdî, ku beşek ji Mixalefetê pêk tîne, ramaneke federaliyê ji bo Sûriyeyê pêşniyar kir, bi awayekî ku Kurd herêma xwe bi xwe bi rê ve bibin. Û cîgirê serokê Îtîlafê, Ebdulhekîm Beşar, beriya du rojan li ser vê yekê axivî. Helwesta Îtîlafê di vê derbarê de çi ye? Û hûn, wek Hadî Behre, çawa li hevkêşeya pêşeroja rêveberiya Sûriyeyê dinêrin?

Hadî Behre: Ji bo biryara li ser van mijaran, ne mafê Îtîlafê ye û ne jî yê Encumena Niştimanî ya Kurdî ye bi tenê ku rûnin û biryara vê yekê bidin, ji ber ku ew bandorê li ser tevahiya dewletê dike. Ev dê bibe mijara diyalogê di nav komîteya nivîsandina destûrê de. Divê komîteya nivîsandina destûrê hemû çareseriyên pêkan vekole, di nav de şêweyê pergala rêveberiyê li Sûriyeyê, çi pergala parlamenter be, serokatî be, tevlihev be, yan navendî be, û sînorên selahiyetên encûmenên herêmî çi bin. Tu tişt ji lêkolînê di nav gotûbêjên komîteya destûrî de ne qedexe ye, ku dê ji bo gihîştina lihevkirinên hevpar bixebite. Dibe ku pêşniyarekê yan belkî du pêşniyaran ji bo heman bendê pêşkêş bike, û zelal bike ku negihîştiye lihevkirinekê, û du vebijêrkan "A" û "B"

pêşniyar bike, û gel di dema referandûmê de biryar bide ka kîjan bê pejirandin.  Lê ez dixwazim balê bikişînim ser xaleke pir girîng ku gelek kes pê nizanin. Bi dîtina min, mezintirîn hejmara birayên me yên Kurd li Sûriyeyê li Şamê ne, ne li rojhilatê Sûriyeyê yan li Helebê. Kurd tu car ji gelê Sûrî cuda nebûn, lê her dem bi gelê Sûrî re bûn li hemû herêmên wî. Hûn Kurdan li hemû parêzgehên Sûriyeyê belav û belavbûyî dibînin. Malbat hene ku niha bi Kurdî naaxivin, lê rayên wan Kurd in.

Ez, wek mînak, xesûya min ji malbateke Kurd e, lê ew bi Kurdî naaxive, û digel wê jî, raya wê Kurd e. Ji ber vê yekê, divê em li ser van hemû tiştan lêkolîn bikin û li ser çareseriyên hevpar li hev bikin, û tu pirsgirêka me di vê derbarê de tune ye.

Rûdaw: Di rojên dawî de, Fransa û Amerîka hewl didin navbeynkariyê bikin di navbera Encumena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyeyê û partiyên Yekîtiya Niştimanî, yanî HSD û aliyên ku hûn dibêjin PKK ne. Ew dixwazin ku ew di nav xwe de bigihîjin lihevkirinekê û bi dengekî yekgirtî ber bi Şamê ve biçin. Eger ev pêk were, dê rojeva we bi Encumena Niştimanî ya Kurdî re çi be? Û ew zirarên ku dibe ji yekîtiya helwesta Kurdî bigihîjin Tirkiyeyê çi ne? Û ev yekîtî dê çi bîne ji bo kutleyên Sûrî yên din ên leşkerî û siyasî?

Hadî Behre: Em ji teşwîqker û piştgirên diyaloga Kurdî bûn ji destpêka destpêkirinên wê yên yekem ve. Wek ku hûn dizanin, ev ne cara yekem e, gelek tecrubeyên berê hebûn. Mixabin, her car ku wan pêşketinek bi dest dixist, ew disekinîn, paşê pêşketineke nû bi dest dixistin û dîsa disekinîn. Bi dîtina min, rewşên niha û guherînên mezin û veguherînên ku herêm tê re derbas dibe, jinûvefikirîn û jinûvehesabkirina gavan dixwaze. Ez hêvî dikim ku birayên me yên Kurd li ser tiştê ku min got dîsa bifikirin. Lihevkirin dê hêsan be eger ew xwe ji PKK veqetînin û bi temamî jê dûr bikevin û elementên biyanî ji xwe dûr bixin û azadiya biryarê bixin destê xwe. Hingê, lihevkirin di navbera wan û Encumena Niştimanî ya Kurdî de dê hêsan be û ne zehmet be. Li her hal, wek ku hûn dibînin, li Sûriyeyê û herêmê livûtevger hene ku berê ne çaverêkirî bûn, lê niha mimkun bûne. Ev nîşan dide ku li pişt perdeyan lihevkirin di navbera hêzên ku ne çaverêkirî bû ku li hev bikin hene. Ez hêvî dikim ku encama van hemû livûtevgeran erênî be, û em amade bin li şahiya îmzekirina lihevkirina têgehiştinê di navbera birayên xwe yên Kurd de, û em dest bi diyaloga neteweyî ya giştî ya hemû Sûriyeyê bikin.

Rûdaw: Amerîka û Ewropa û welatên din ji bo piştgiriya Sûriyeya nû şert datînin ku divê Kurd û Dirûz û Fileh beşek ji rêveberiya wê bin. Helwesta we di vê derbarê de çi ye?

Hadî Behre: Wek ku Sûrî dibêjin: Kurd, Çerkez, Ermen, Êzidî, Şîe, Elewî, Sunne, Turkmen, Asûrî, û hemû gelê Sûrî. Sûriye, bi curbicuriya pêkhateyên xwe yên olî û etnîkî, welatekî balkêş e. Em wek Sûrî dibêjin:

Sûriye bi hebûna van hemû pêkhateyan temam dibe, û nikare bi aştî bijî heta ku ev hemû pêkhate xwedî heman maf û erkan bin. Bingeha sereke welatîbûna wekhev e. Mirov nikare ji welatekî ku xizmetên bingehîn pêşkêşî wî nake, berevaniyê bike, û du xizmetên herî girîng ên ku ji dewletê tên xwestin dadwerî û ewlehî ne. Dema ku dewlet dadwerî û ewlehiyê pêşkêşî welatiyên xwe dike, welatî ji bo bidestxistina van xizmetan dev ji hin azadiyên xwe yên kesane berdide. Em her tim tekez li ser pêwîstiya avakirina dewleta welatîbûna wekhev dikin. Nabe cudahî di navbera pêkhateyekê û ya din yan di navbera olekî û yê din de hebe. Ev welat ji me hemûyan re têr dike, lê hewcedarî hewldanên me hemûyan e ku em wê bikin bihişt.

Rûdaw: Pirsyara me ya dawî ji te re ne wek serokê Îtîlafê yan siyasetmedarekî naskirî ye, lê Hadî Behre wek bav yan welatiyekî sivîl. Welatê we ji 15 salan ve ji terorê êş kişand û piştî ketina Esed dê ji nû ve bê avakirin. Hestên we û peyama we wek welatiyekî çi ne?

Hadî Behre: Bi gotineke tenê, armancên bingehîn ên dewleta me divê pêşî pêkanîna dadweriyê be ji bo hemûyan bi awayekî temam, û ku pergala rêveberiyê demokratîk û pirralî be li ser bingehê pirrhizbî û baweriya bi guhertina desthilatê bi awayekî aştiyane bi rêya hilbijartinên azad û paqij. Sozdan û girêdana sêyem û ya herî girîng ew e ku partî û tevgerên siyasî fêm bikin ku dema bi hilbijartinan serdikevin ji bo rêvebirina Sûriyeyê, ew nûnertiya hemû gelê Sûriyeyê dikin û li gor destûrê ne li gor îdeolojiya partiyê birêve dibin.

Rûdaw: Dema ku we bihîst ku Esed ket, hestên we di asta şexsî de û herwiha wek siyasetmedarekî Sûrî yê ku ji demeke dirêj ve welatê xwe terk kiriye çi bûn? Û nexşerêya we ya vegerê heye?

Hadî Behre: Min çaverêya ketina Esed dikir, û ji zêdetirî şeş mehan ve, di hevdîtinên me yên navdewletî de min ji welatan re digot ku siyasetên wan xelet bûn. Wan texmîn kir ku Esed bi ser ketiye û dest bi asayîkirina têkiliyan bi rejîma wî re kirin, lê wan fêm nekir ku rewş li Sûriyeyê bûye dînamîk û ji êş û azara gelê Sûriyeyê derketiye, û ew e yê ku dê encaman diyar bike ne ew in. Min ji wan re got ku kêliya hilweşîna rejîmê dê ji nişka ve were, ji ber ku hewcedarî derbeyeke dawî û kêliyeke dîrokî ya minasib ji bo danûstandina bi rola Rûsî û Îranî û mezhebî ya Hizbullahê re hebû. Bi rastî, gelek sedem bûn sedema wê, herî girîng bûyerên Xezê û sûcên li dijî gelê Filistînê, û têkilbûna Lubnanê di şer de. Vê yekê Hizbullah neçar kir ku hin milîs û rêberên xwe ji Sûriyeyê vekişîne da ku li ser şerê Lubnanê bisekinîn. Di heman demê de, alozî bi Îranê re çêbû, û ew hat bombebaran kirin, ku livûtevgerên wê sînordar kirin. Diviyabû operasyona leşkerî berê dest pê bikira, lê ji ber rewşa Filistîn û Lubnanê hat paşxistin. Dema ku agirbest li Lubnanê çêbû, û Lubnanî êdî şer nedikirin, operasyona leşkerî li herêmên me dest pê kir. Min hingê bi dadweriyê hest kir. Min girtiyên di girtîgehên rejîmê de anîn bîra xwe, malbatên parçebûyî, ku malbat di navbera alîgirên rejîmê û dijberên wê de parçe bûbûn, û şehîdên ku xwîna xwe dan yan bi neçarî mirin. Min di dema ketina rejîmê de kesayetiyên wek Sarût, û Fedwa Silêman, û Mey Skaf ku got: "Ev Sûriyeya mezin e û ne Sûriyeya Esed e" û bi neçarî mir, anîn bîra xwe. Van hemû şehîdan jiyana xwe ji bo pêşerojeke çêtir a Sûriyeyê dane. Ji ber vê yekê, em wek Sûrî emaneteke mezin hildigirin, û divê encam derbasbûneke siyasî be ku dadwerî û azadî û demokrasiyê pêk bîne, û ku em ji goriyên wan re dilsoz bin.

Çavkanî: Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin