Serokê PAKê Mustafa Özçelik beşdarî şîna Dilovan Barzanî bû

Serokê PAKê Mustafa Özçelik beşdarî şîna Dilovan Barzanî bû

Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Özçelik roja 03.04.2018 li Başûrê Kurdistanê, li Serê Bilind beşdarî şîna Xwedê jê razî Dilovan Îdrîs Barzanî bû.

A+A-

Mustafa Özçelik, ligel Endamê Komîteya Birêvebiriya Navendî ya PAKê Orhan Kaya, Endamê Komîteya Başûrê Kurdistanê ya PAKê Temo Ayas û gelek endam û alîgirên PAKê beşdarî şîna Xwedê jê razî, rehmetî Dilovan îdrîs Barzanî bû.

ozcelik-taziye--1.jpg

 

Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Özçelik , li ser navê xwe û yê hemû endamên partiya xwe, ji rêzdaran Nêçîrvan Barzanî, Mesrûr Barzanî, Metîn Dilovan Barzanî û ji hemû malbatê re sersaxî xwest û xemên xwe anî ziman.

 

Rêzdar Dilovan Îdrîs Barzanî yê birayê Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Rêzdar Nêçîrvan Barzanî, kurê Îdrîs Barzaniyê Nemir, biraziyê Rêzdar Serok Mesûd Barzanî û neviyê Mele Mustafa Barzaniyê Nemir bû. Xwedê jê razî Dilovan Îdrîs Barzanî, di roja 02.04.2018an de ji ber celteya dilî çûbû ber dilovaniya Xwedê.

 

Şîna Dilovan Îdrîs Barzanî 3 rojan, li Başûrê Kurdistanê, li Serê Bilind wê li dar bikeve.

ozcelik-taziye-2.jpg

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin