Serokê PAKê Mustafa Ozçelik ji ber girtina Demirtaş dilgiranîya xwe dîyar kir!
Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Ozçelîk telefonî hevjîna Selahattîn Demirtaş kir
A+A-
Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Ozçelîk roja 05.10.2016an bi peywendiyeke telefonî ya li gel rêzdar Başak Demîrtaş a hevjîna Selahattîn Demirtaş de, dilgiranîya xwe jiber girtina rêzdar Selahattîn Demirtaş anî ziman û derbasbûyîn ji hevjîna wî re xwest.
Mustafa Ozçelîk ji rêzdar Başak Demîrtaş re got ‘’Silav û piştgirîya me bigihê rêzdar Demîrtaş emê kêfxweş bin’’.
Başak Demîrtaş jî ji bo vê telefonê û jibo piştgirîya wî spasîya Mustafa Ozçelîk kir.
Wek dihê zanîn Hevserokên HDPê Selahattin Demirtaş pitştî lêpirsinê li Diyarbekirê ji aliyê dadgehê ve duh hatibû girtin. Selahettîn Demirtaş di girtigeha bajarê Edîrneyê de ye.
Nûçeya berê û ya piştre
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin