Serokê PAKê Seredana Serokê HAK-PARê Kir
Heyeteke PAKê ku ji Serokê Giştî yê PAKê Birêz Mustafa Özçelik, Cîhgîrên Serokê Giştî yê PAKê Birêzan Kasim Ergün û Mehmet Gül, Endamê Meclîsa PAKê birêz Seyid Bayram ve pêk hatî, roja 28.12.2019an seredana Teşkîlata Stenbolê ya HAK-PARê kirin.

Serokê Giştî yê HAK-PARê yê nû Birêz Latif Epözdemir û rêvebirên HAK-PARê pêşewazîya heyeta PAKê kirin.
Heyeta HAK-PARê ji Serokê Giştî yê HAK-PARê yê nû Birêz Latif Epözdemir, Serokê Teşkîlata Stenbolê birêz Mustafa Aytaş, endamên Meclîsa HAK-PARê yên berê birêzan Bari Tunç û Ahmet Engin û endamê Meclîsa HAK-PARê birêz Sabri Serin pêk hatibû.
Di vê seredanê de Serokê Giştî yê PAKê Birêz Mustafa Özçelik û heyeta PAKê pîrozbahîya Serokê Giştî yê HAK-PARê yê nû Birêz Latif Epözdemir kirin.
Heyetên PAKê û HAK-PARê di derbarê pêşdebirina peywendîyên herdu partîyan de daxwaz û fikrên xwe anîn ziman. Herweha di derbarê rewşa giştî ya Kurdistanê û Tirkîyeyê de bîr û rayên xwe pêşkêş kirin.
Hevdîtina heyetên PAK û HAK-PARê di atmosfereke dostane de derbas bû.Herweha ji bo di rojên pêş de hûnandin û pêşdebirina peywendîyên herdu partîyan de hevdîtineke baş bû.
28.12.2019
Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin