Serokê Parlamena Tirkiyê sedema ji Kurdî re dibêjin ‘Zimanê X’ eşkere kir: Nêrîna Şexsî ye!

Serokê Parlamena Tirkiyê sedema ji Kurdî re dibêjin ‘Zimanê X’ eşkere kir: Nêrîna Şexsî ye!

.

A+A-

​​​​ Serokê Parlamentoya Tirkiyê Nûman Kurtulmuş, di bersivdana pirsnameya li ser qedexeyên bo zimanê Kurdî ya DEM Partiyê de got ku sedema li parlamentoyê axaftinên Kurdî wekî zimanê ‘X’ (zimanê nayê zanîn) tê tomarkirin, ‘nêrîneke şexsî’ ye.

Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Wanê Gulderen Varli bi daxwaza ku Wezîrê Perwerdeyê Yûsûf Tekîn bersivê bide, 14ê Gulanê derbarê qedexeyên li ser zimanê kurdî de pirsnameyek pêşkeşî parlamentoyê kir.

Di beşeke pirsnameyê de sedema girtina mîkrofonê li ser parlamenterên bi Kurdî dipeyivin û tomarkirina axaftinên Kurdî wekî zimanê X di girteyên parlamentoyê de hatin pirsîn.

28ê Gulanê bi îmzeya Serokê Parlamentoya Tirkiyê Nûman Kurtulmuş bersiva pirsnameyê hatiye dayîn û hatiye gotin, ew pirsnameya “qedexeyên li dijî zimanê kurdî” li dijî “rêziknameya meclisê ye.”

Li ser hevoka “Dema parlamenter li parlamentoyê bi kurdî diaxivin mîkrofon tên girtin û her peyva bi kurdî weke ‘Zimanê X’ tê qeydkirin” jî hatiye gotin, “Nêrîna şexsî hatiye parvekirin”.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin