Serokê Parlamentoya Kongoyê: Divê dengê Kurdan li Neteweyên Yekgirtî hebe

Serokê Parlamentoya Kongoyê: Divê dengê Kurdan li Neteweyên Yekgirtî hebe

.

A+A-

Serokê Parlamentoya Kongoyê diyar dike, girîng e ku xelkê Kurdistanê li Neteweyên Yekgirtî dengê wan hebe û dibêje, divê her kes li cîhaneke baştir bijîn.

Roja Pêncşemê 21ê Îlona 2023an, Serokê Parlamentoya Kongoyê li bajarê New Yorkê yê Amerîkayê, di çarçoveya 78emîn civîna salane ya komeleya giştî ya Neteweyên Yekgirtî de ji Kurdistan24ê re diyar kir, gelek girîng e ku dengê hemû aliyan li Neteweyên Yekgirtî hebe, bi taybetî ji bo xelkê Kurdistanê.

Serokê Parlamentoya Kongoyê destnîşan kir, li temamê cîhanê pêwîstiya asayîş û aştiyê heye û divê her kes li cîhaneke baştir bijîn.

Herwiha bal kişand ser wê yekê ku ew li Efrîqayê girîngiyê didin doza xelkê Kurdistanê, bi wê yekê em hemû beşek in ji mirovahiyê.

Serokê Parlamentoya Kongoyê hêviya serkeftinê ji bo xelkê Kurdistanê di rûbirûbûna hejarî, demokrasî û azadiyê de xwest.

Kurdistan 24

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin