Serokê Polîtburoya Hemasê: Tişta Kurd ji xwe re kêrhatî dibînin em dipejirînin

Serokê Polîtburoya Hemasê: Tişta Kurd ji xwe re kêrhatî dibînin em dipejirînin

.

A+A-

Serokê Polîtburoya Tevgera Hemasê Îsmaîl Henîye, dibêje, “Peywendiyên me li gel birayên me li Herêma  Kurdistanê baş e û divê bên pêşxistin” û  tekez dike,  Kurdên “ku li Sûriyê, Tirkîyê û Îranê ne, divê ji tevahîya mafên xwe behremend bin mîna her hemwelatîyekî din ê wan welatan.”

Îsmaîl Henîye dibêje, “Em şanazîyê bi birayên xwe yên  Kurd dikin. Em şanazîyê bi hebûn û dîroka wan dikin. Em şanazîyê dikin ku ew pêkhateyeke resen a vê deverê ne.”

Serokê Polîtburoya Tevgera Hemasê tekez dike, “Tişta  Kurd ji xwe re kêrhatî bibînin, bê guman em jî wê dipejirînin.”

Serokê Polîtburoya Tevgera Hemasê Îsmaîl Henîye di hevpeyvîneke taybet de li gel Rûdawê bersiva pirsên Bêstûn Osman da.

 Bê guman min pir dixwest ez vê hevpeyvînê li Xezayê bi cenabê te re bikim. Lê min cenabê te li Dohayê dît. Hûn çima ne li Xezayê ne, hûn çima li Dohayê ne?

Îsmaîl Henîye: Bi navê xwedayê mezin û dilovan…erê ez li Xezayê akincî me, li yekê ji çadirgehên koçberên filistînî dimînim ku kampa perava deryayê ye..serdana min bo Dohayê jî bi sedema kar e bi wê sîfeta ku ez serokê polîtbîroya Tevgera Hemasê me, hinek erk û pabendîyên min li hember wê tevgerê û lawên gelê min hene. Her wiha di çarçoveya têkilîyên me bi welatên erebî û misilman re ye. Bê guman, mana min li vir demkî ye û ez ê bi saya xwedê vegerim Xezayê.

Rûdaw: Lê ez ne şaş bim, hûn ji sala 2020an ve ji Xezayê derketine û hêj venegerîyane Xezayê. Hûn bi nêt in kengî vegerin Xezayê?

Îsmaîl Henîye: Ev li ser bicihanîna erkên ku ketine stûyê serkirdatîya Tevgera Hemasê di vê demê de dimîne..em ê bi alîkarîya xwedê vegerin Xezayê..hinek serdanên min bo Misr û Qahîreyê jî hene ku nêzîkî Kerta Xezayê ye. Ez pêşwazîya hinek birayên xwe yên Hemasê jî dikim ku ji Xeza têne Doha û Stenbolê. Lewma liv û tevgereke siruştî û asayî di navbera min û Xezayê de heye.

Rûdaw: Ez pir bi coş im tu ji min re behsa rewşa navxwe ya Xezayê bikî. Cenabê te, sala borî, di sala 2021ê de li Misrê bi hemû serkirdên Hemasê re civiyayî û di nav wan de ew berpirsên ku li nav Xezayê hene û ez piştrast im ku piştî şerê gulana 2021ê jî hûn haydarî rewşa navxwe ya Xezayê ne. Çi heye, rewşa Xezayê çawa ye? Hem di alîyê xizmetguzarîyê de, hem di alîyê dubare avakirina Xezayê de û di alîyê rewşa xelkê li Xezayê?

Îsmaîl Henîye: Rewş li Xezayê zehmet e. Bêhtirî 15 salan e ku Xeza di bin dorpêçê de ye û di vê demê de jî 4 şer derbas kirin. Ev ji bilî gefa koronayê, ango di vê demê de sê astengî li dijî Xezayê bûne yek: Dagirkirin û dijmindarî, dorpêç û webaya koronayê..şer û dorpêçê gelek bêtar, êş û jan li dû xwe hîştin li Kerta Xezayê..bi dehan hezar şehîd û birîndar û xanîyên wêrankirî..rêjeya bêkarîyê bilind e û her wiha rêjeya hejarîyê..hejmareke qerase ji derçûyên zanîngehê ku nêzîkî 100 hezar derçûyên zanîngehê ne û ev hemû bêkar in. Xeza dinale. Xeza şahidala herî mezin li ser ruhê dijmindar ê dagirker û hovîtîya dagirker e. Her wiha belgeyeke li ser durûtîya pîvanên ku rêveberîya Amerîka û cihana Rojava bi giştî pêrew dikin…bi mixabinîyeke mezin hinek dewletên vê deverê xwe li hember vê dorpêçê û vê êş û jana şênîyên Xezayê ku hejmara wan di ser 2 milyon kesan re ye, bêdeng û nebihîstî kirine..em qala zindaneke mezin dikin ku bêhtirî 2 milyon filistînîyan li xwe digire.

Rûdaw: Piştî şer, piştî şerê gulana 2021ê, hinekî, bê guman di alîyê çekdarî û leşkerî de, Hemas ji şerên berê cuda, bibandortir bû. Ez dipirsim gelo ew bandor çawa pêk hat? Lê bandora ku we di şer de hebû, bû sedem ku piştî şer destê we di danûstandinên ne rasterast bi Îsraîlê re bihêztir bibe? Kertên destên we bihêztir bin?

Îsmaîl Henîye: Bê guman ketîbeyên şehîd Îzedîn el Qesam û grubên berxwedanê gihiştine asteke baş ji şîyana rûbirûbûna dagirkerê zayonî û bersivdana wî dagirkerî. Ev jî di şerê (Sêf el Quds) ku di meha Remezanê ya pîroz de qewimî bi zelalî derket û sedema wê jî ew proje û tevdîrên Îsraîlê bûn ku dixwest li mizgefta Eqsa û Qudsê cîbicî bike…bê guman dema tu di warê leşkerî de bihêz bî, ango tu di warê sîyasî de jî bihêz î û di danûstandinan de jî bihêz î. Ev jî di wê danûstandinê de derket ku bi awayekî ne rasterast û bi rêya navbênkarîya birayên me li Misr û Qeterê û her wiha bi rêya Neteweyên Yekbûyî bi dagirkerên zayonî re birêve çû.

Rûdaw: Pir baş e. Di danûstandinên nû de ku hûn bi awayekî ne rasterast bi Îsraîlê re dikin, destkefteke we heye ji bo kêmkirina dorpêçên ku li ser Xezayê hene?

Îsmaîl Henîye: Bê guman, piştî van şerên ku em dikin, em dikarin hinek mafên xwe yên zeftkirî bi dest bixin, çi li ser asta mirovî û çi li ser asta debara xelkê. Hinek pêngavên bi vî rengî hatin avêtin piştî wî şerî. Ji wan wek mînak, niha derî bi awayekî normal kar dikin..her çiqasî sist be jî, lê liv û tevgera avakirin û nûjenkirinê dest pê kiriye. Mebesta min nûjenkirina wan avahîyan e ku dagirker di wî şerî de wêran kirin…niha rê bi sedan karkerên filistînî li Kerta Xezayê hatiye dan ku li nav Filistîna dagirkirî kar bikin…liv û tevger û çûnûhatin li derîyê Refehê di navbera me û birayên Misrê de bi awayekî rojane heye. Tevgereke bazirganî ya baş di navbera Xeza û Qahîreyê de heye. Ev hemû bi saya wê guvaşa zêde pêk hatin ku berxwedanê çêkir. Lê ez hê jî dibêjim ev ne bes e û hêj Xeza di nav pirsgirêkên pir mezin de ye û di vî warî de helwesta me zelal e û daxazên me zelal in û divê ev dorpêç bi temamî li ser Kerta Xezayê were rakirin. Dorpêça bejayî, esmanî û deryayî û şênîyên Xezayê di tevahîya azadîyan de behremend bin, di nav de divê balafirgeh û bender jî li Xezayê hebin. Ev mafekî rewa yê gelê me ye û ne ji ber ku Xeza ji Kenarê Rojava û navçeyên din ên Filistînê, qewareyeke cuda û serbixwe ye. Na. Beşeka necudakirî ye. Lê divê qet nebe, pêdivîyên jîyaneke xweşhal ji gelê me re li Kerta Xezayê hebin.

Rûdaw: Tu hîs nakî ev daxwaz xewnek e û dibe ku bicihanîna wê demeke dirêj bixwaze yan hûn gihîştine wê qonaxê?

Îsmaîl Henîye: Heta vê kêlîkê qewareya îsraîlî rizamendî li ser avakirina balafirgeha Kerta Xezayê nedaye..ji bo agahîya we di serdema desthilata filistînî de balafirgeh li wir hebû, lê dagirker ew balafirgeh bi temamî wêran kir.. her wiha benderek jî li wir hebû ku tew vedigere serdema berî dagirkirina Xezayê di sala 1967an de. Em doza xebitandina wê bender û balafirgehê jî dikin, lê qewareya îsraîlî heta vê kêlîkê barê van daxwazan ranekiriye.

Rûdaw: Di danûstandinên we de li Misrê, ev mijar li ser maseyê hebû? Hûn li ser wan axivîn?

Îsmaîl Henîye: Erê, ev di hemî qonaxên danûstandinê de hebû. Em hin caran pêngavekê diçûn pêş, lê di pratîkê de tiştek nehat kirin.

Rûdaw: Pir baş e. Gelo dewletên ku di dîsa avakirina Xezayê de, hevkarîyê pêşkêşî Xezayê dikin kîjan dewlet in? Û bi çi qebareyekê hevkarîya darayî pêşkêşî Xezayê dikin? Û bi çi mekanîzmekê jî?

Îsmaîl Henîye: Di pêşengîya dewletên ku di proseya avakirin û vejandina jêrxanê de hevkarîya me dikin, dewleta Qeterê tê..birayên Qeterê bi şêweyê mehane pereyan terxan dikin û çend sal in jî pabendî vê alîkarîyê ne. Di vê çarçoveyê de jî gelek proje cîbicî kirine ku projeyên jêrxanê ne, wek dibistan, nexweşxane, yekîneyên niştecîbûnê û rê û otoban... Bê guman Qeter pêşeng e, hinek dewletên din jî hene ku projeyên wan hene û hevkarî pêşkêş kirine çi dewletên erebî yan îslamî bin…

Rûdaw: Wek mînak?

Îsmaîl Henîye: Wek mînak Misr ku niha hatiye nav Kerta Xezayê û dest bi çend projeyên avakirinê kiriye û her wiha hinek bajarên nû ji bo niştecîbûnê ava dike. Ev cara yekem e ku Misr wiha bi fermî tê nav Kerta Xezayê û di warê avakirinê de dixebite…dewletên erebî yên din jî hene wek Erebistana Siûdî, Kuwêt û Tirkiyê..

Rûdaw: Bi fermî?

Îsmaîl Henîye: Erê, bi rêya Neteweyên Yekbûyî yan bi rêya sazîyên nehikûmî, lê yê ku vêga bi awayekî rasterast dixebite, dewleta Qeterê ye ku bi navê xwe wek dewlet hatiye. Vê dawîyê jî, piştî şer, Misr bi fermî hate nav projeyên avakirinê.

Rûdaw: Zehf baş e. Li milekî, jinûve avakirin li Xezayê heye. Lê li milekî din, em her roj nûçeyên awayekî ji awayên şer yan êrişkirinan ji nav Xeza li ser Îsraîlê dibihîzin. Ez hest dikim şerê ku di gulana 2021ê de qewimî rast e bi dawî hat, lê mîna ku tektîkeke we ya nû ya şer hebe. Hûn dixwazin berxwedana herdemî li Xezayê çêbikin bi awayekî berdewam êrişî Îsraîlê bike û ev alîkara we be li ser maseya danûstandinê ku hûn bihêz bin. Di pratîkê de, tektîkeke we ya nû ji bo şerkirina bi Îsraîlê re heye?

Îsmaîl Henîye: Tişta yekem, em herdem egera herî xerab ji dijmin çaverê dikin. Çunke herdem li ser pîyan e ji bo destdirêjîyê li ser gelê me û şênîyên em bike. Çi li Kerta Xezayê be yan li Kenarê Rojava û Qudsê be. Tew li nav Filistîna sala 1948an dagirkirî. Tenê wek mînak, îro sê şehîdên me hebûn. Li Kenarê Rojava şehîdê me hebû û şehîdekî me li navçeya Neqebê jî hebû ku ji 1948an ve hatiye dagirkirin. Lewra, bi sedema dijmindarîyên Îsraîlê û berdewamîya polîtîkaya guvaş û dorpêçan, Xeza herdem li ser sêleke germ e. Bê guman, berxwedan û di pêşî de jî ketîbeyên Qesam di çarçoveya stratejîya komîserhevîya hêzê de, têra wê yekê şîyana wê heye ku rûbirûyî wê dijmindarîyê bibe. Di siberojê de jî, her gefek li gelê me were xwarin, şîyana berxwedanê heye ku pê re tevbigere. Bi taybetî eger careke din destdirêjî li ser mizgefta Eqsayê were kirin. Yan di vê meha Remezanê de ku cejnên cihûyan bi vê meha pîroz re hevdem dibin, tê çaverêkirin zayonîstên radîkal van helkeftên xwe bînin nav hewşa mizgefta Eqsayê û her ji niha ve jî amadekarîya vê yekê dikin, lewma em niha di temaseke rasteraste de ne bi atmosferekê re ku tê çaverêkirin bi sedem vê meha Remezanê germ be. Ev li ser çawabûna reftarkirina Îsraîlê bi rewşê re dimîne. Li ser sîyaseta zayonîzmê dimîne. Li ser wê guvaşê dimîneku cihan datîne ser Îsraîlê ji bo ku xwe ji reftarên kawikane dûr bigire, çi li Qudsê be yan Şêx Cerah û Kenarê Rojava û Xezayê be. Li dijî filistînîyên 1948an û li dijî dîlên me li zindanên dagirkerê zayonî de be… ez dibêjim “miqaweme” çirkeyekê jî ji xwebihêzkirin û bidestxistina amûrên berxwedanê ranaweste û di şîyana wê de heye jî ku rûbirûyî her dijmindarîyeke nû bibe.

Rûdaw: Hûn xwe ji şerekî nû re di Remezana îsal de amade dikin?

Îsmaîl Henîye: Em xwe ji şer dûr digirin..em şer naxwazin jî. Lê heke şer li ser me ferz kirin, em ê li ber xwe bidin û dê wê çaxê dagirker kerb û hêrsa cengawerên me bibînin.

Rûdaw: Baş e. Ji alîyekî din ve, şerekî berdewam, ne tenê ev şer wek mînak berê serhildan hebû, serhildana 90î, 2000 û piştî wê şerê 2014an û şerê par. Niha hûn dixwazin bi berdewamî rojane zîyanê bigihînin Îsraîlê? Ango modelek wek modelên ku berxwedanê li Iraqê dikir yan niha dike? Di rastîyê de ne şerê bereyê ye, ne şerê partîzanî ye, hûn li hemberî hev di enîyekê de bin, lê hûn bi berdewamî berxwedanê bikin.

Îsmaîl Henîye: Erê berxwedan berdewam dibe û bi berdewamî jî xwe bi pêş dixe..di şerê 2009an de asteke dîyarkirî ya berxwedanê hebû..di 2012an de gava şerekî din qewimî, berxwedanê şîyana xwe bêhtir pêş xistibû, wê salê ji bo cara yekemîn bi roketên Qesam li Tel Avivê hat xistin..di 2014an de ast û şîyana berxwedanê bilindtir bû. Di şerê gulana borî de jî ku ket nav meha Remezana pîroz de, cihanê bi çavê xwe şîyana geşbûyî ya berxwedanê dît. Ev di alîyê çawabûnê de, di performansa “miqawemeyê” û amûrên rûbirûbûnê û planên berxwedanê de bû qevzek û her wiha êrişkirin û şîyana wê ya şikandina planên neyar. Lewra di vê berevanîyê de berê me herdem li hilkişînê ye. Lewra wek min got, heke şer li ser me ferz bikin û Kerta Xezayê rûbirûyî şerekî din bikin..

Rûdaw: Hûn amade ne?

Îsmaîl Henîye: Bê guman, tew şîyana berxwedanê ji ya gulana borî jî çêtir dibe û em ji bo vê bi temamî amade ne.

Rûdaw: Eynî li vir rola Îranê derdikeve holê, behskirina rola Îranê derdikeve holê. Çunke bidestxistina çekên ku we niha hene, nexasim dron û roketên ku hûn bi kar tînin, ne tiştek e ku bi alîkarîya Qeterê ketibe destê we. Ne tiştek e jî ku bi alîkarîya Tirkiyê yan Siûdîyê ketibe destê we. Zelal e ku di alîyê leşkerî û çekdarî de, Îran alîkarîya we dike. Ez dixwazim tu hinekî ji min re qala asta wê hevkarî û alîkarîya Îranê bikî ku Tevgera Hemasê di warên çekdarî û leşkerî de werdigire?

Îsmaîl Henîye: Ji bo me Îran dewleta herî sereke û giring e di warê alîkarîya leşkerî, teknîkî û darayî de. Ji hêla lawên umeta misilman û ereb piştevanî digihin me. Di vî warî de, gelên ereb xemsarî nekirine. Lê pêdivîyên me yên sereke û stratejî, bê guman ji alîyê Îranê ve tên peydakirin. Niha meseleya roketan û guhastina roket û dronan ji bo Kerta Xezayê hinekî zehmet bûye. Ev jî bi sedema tedbîrên zayonîzma îsraîlî û her wiha tedbîrên ewlekarî yên birayên me li Misrê. Lê endezyarên Qesam li Kerta Xezayê karîbûn wan roketan pêş ve bibin û dronan jî pêş bixin. Bê guman, hevkarîyeke baş di navbera Tevgera Hemasê û lawên gelê me de heye. Her wiha bi Îranê re jî. Lewma erê di misogerkirina alîkarîyên leşkerî, teknîkî û diravî ji bo berxwedana filistînî, Îran bi roleke sereke radibe.

Rûdaw: Ez fêm dikim ku hûn bi berdewamî wek gelê filsitînî dibêjin ku hûn xwedîyên “dozek”ê ne û pêşwazîyê li her dewleteke misilman yan ereb dikin ku hevkarîya we bike. Hûn dibêjin ev mafê me ye. Lê ji alîyekî din ve, Îran ku wek mînak we maldar dike, mebesta wê, hûn qet pirs nakin ka mebesta wê ji zengînkirina we çi ye, çunke em dibînin li Rojhilata Navîn, grubên ku Îran wan maldar dike, bi gelemperî Îran ji bo nêtên taybet mifayê ji wan werdigire. Tu çaverê dikî Îran di beramber de çi sûdekê ji we werbigire?

Îsmaîl Henîye: Pêşî bila ez vê têkilîya bi Îranê re zelal bikim..ev têkilî li ser hîmê ku doza Filistînê doza umeta erebî û misilman  û doza sereke ye jî..em gelekî li jêr dagirkirinê ne û pêwîstîya me bi alîkarî û piştevanîya birayên me li cihana erebî û îslamî heye. Tew piştevanîya azadîxwazên cihanê jî. Lewma em pêşwazîya her alîkarî û piştevanîyekê ji her dewletekê be dikin, eger armanca wê bihêzkirina şîyana berxwedan û miqawemeya me li hember dagirkerên îsraîlî be..ji alîyekî din ve, ev piştevanîya Îranê ji me re ne mercdar e…ti mercekî wan nîne….

Rûdaw: Tenê ji bo we? Îranîyan ji bo we merc nedanîne?

Îsmaîl Henîye: Girêdayî Tevgera Hemasê, ti mercek li holê nîne..

Rûdaw: Lê wek mînak li ser Hizbulahê?

Îsmaîl Henîye: Ti belgeyeke min nîne piştrast bike ku merc li ser hêzên din jî hatine danîn.

Rûdaw: Hûn dilgiran nabin ku navê we jî bikeve nav hêzên ku li Rojhilata Navîn wek “proksî”yên Îranê şer dikin?

Îsmaîl Henîye: Na, em li Filistînê, şerê me li dijî dagirkirina zayonîzma Îsraîlê ye û em bi ti dewletekê re neketine çeperê li dijî dewleteke din..em ne di ti mihwerekê de ne li dijî mihwereke din a deverê…

Rûdaw: Ev rast e, ev rast e.

Îsmaîl Henîye: Çarçoveya pêwendîya me ji berxwedan, Filistîn û projeya îslamî li Filistînê pêk tê.

Rûdaw: Zehf baş e, lê têkilîya leşkerî û çekdarî ku di navbera we û Îranê de heye, navê we jî datîne kêleka hûsîyan, li kêleka navê Hizbulahê, li kêleka navê wan “komikên” ku li Iraqê hene. Wek tevgereke îslamî ya sunî ev we nerehet nake ku navê we diçe tenişta wan rêxistinan?

Îsmaîl Henîye: Na pêwendîya me bi hemû alîyên umeta misilman re ye, bi sunîyan re û…em bi xwe beşek ji wê pêkhateya mezin û dorfireh in..em sunî ne û şafiî ne û ev mijareke hizirî, bawermendî û oldarî ye û ti gengeşeyekê hilnagire. Di heman demê de, bi bawerîya me, birayên şîe û îranî jî beşek ji vê umetê ne û Îran dewleteke kevnar a vê deverê ye, dewleteke ku stratejîya wê ya dijber li hember projeya zayonîzma îsraîlî heye û piştevana berxwedanê ye. Bê guman, ev di çarçoveya têkilîyên me de cihgirtî û zelal e. Dibe ku em îro bi vê yan wê dewletê re, di hin sîyasetên wan de, ne li hev bin.. Îran ji vê yan ji wê dewletê hin sîyasetan dimeşîne, ne merc e ku Hemas bi tevahî bi van sîyasetan re be.

Rûdaw: Hûn li ser çi sîyaseteke wan ne razî ne?

Îsmaîl Henîye: Wek nimûne meseleya Sûrîyê. Em li Sûrîyê bûn û li nakokîyan rast hatin û dawîya dawî Tevgera Hemasê ji Sûrîyê bar kir, tevî ku serkirdatî û bingeha me ya cemawerî ya bihêz jî li wir hebû, lê di kêlîkekê ji kêlîkan de, serkirdatîya me gihîşte wê bawerîyê ku dibe ku mana serkirdatîya me li Sûrîyê derencamên wê yên sîyasî û ewlekarî hebin û ji ber vê jî biryar da ji wir bar bike…

Rûdaw: Hûn polîtîkaya Îranê li Iraqê çawa dibînin?

Îsmaîl Henîye: Dibe ku ev…dibe ku ev ne bi dilê birayên me li Îranê bûbe, dibe ku ne bi dilê birayên Sûrîyê bûbe, lê Tevgera Hemasê hergav wê biryarê dide ku bi prensîbên wê û bi bihayên wê re li hev dike.

Rûdaw: Sîyaseta îranîyan ji bo Iraqê wek mînak.

Îsmaîl Henîye: Lê di heman demê de nakokî û newekhevîyên xwe bi vê dewletê û wê dewletê re têkildarî hinek dosyeyên deverê, naguhere şer û hevrikî…hevrikîya me û şerê me tenê bi neyarê zayonî re ye.

Rûdaw: Hûn sîyaseta Îranê li Iraqê çawa dibînin? Hûn pê re ne? Hûn destxweşîyê li wan dikin? Tiştên ku îranî li Iraqê dikin, li gor we baş in?

Îsmaîl Henîye: Li gor me, pêwîst e, giring e û divê Iraq yekgirtî bimîne û xwedî serwerî be..Iraq parçeyek ji umeta ereb û misilman e.. pêgeha stratejî ya Iraqê li gor me li Filistînê, çi berê û heta niha jî û di siberojê de jî kûrahîyeke me ya stratejî ye..dîrokeke Iraqê ya mezin û giring bi doza filistînî re heye, tew bi dijminê zayonî re ketiye hevrikîya rasterast..Iraqê şehîd dane û gorên şehîdên wê di nav goristanên Filistîna dagirkirî de ne…em hergav hêvîdar in ku Iraq silamet be û xwedîya serwerîya xwe ya tevahî be û yekgirtî be û biryar û îradeya wê di destê wê de be û di heman demê de jî bi hemû cînarên xwe yên ereb û misilman re, Îran jî tê de, di pêwendîyeke aram de be…

Rûdaw: Têkilîyên we bi Tirkîyê re çawa ne? Nexasim serdana borî ya serokê Îsraîlê ji bo Tirkîyê hûn nerehet kirin?

Îsmaîl Henîye: Bê guman wek bingeh û prensîb em ne bi ti cure têkilîyekê bi qewareya Îsraîlê re ne..em li dijî asayîkirina pêwendîyên navbera dewletên misilman û ereb û qewareya Îsraîlê de ne..li gor me, ev asayîkirin zîyandar e, çi ji bo doza filistînî û çi ji bo wan dewletan bi xwe jî. Ev ji bo hemî dewletan, Tirkîyê jî tê de, derbasdar e..me ev di daxuyanîyeke fermî de zelal kir û her wiha me di hevdîtinên rasterast de jî ji birayên xwe yên berpirsên Tirkîyê re ragihandiye.. rast e em destwerdanê di karûbarên navxweyî yên welatan de, Tirkîyê jî tê de, nakin. Ev biryara wan e û di dawî de jî divê ew bi xwe berpirsîyarîya wê hilgirin. Lê em wek gelê Filistînê, wek tevgereke bergirîyê, em helwesta xwe bi zelalî û eşkereyî nîşan didin û..

Rûdaw: Hûn ê şermezar bikin?

Îsmaîl Henîye: Em hêvîdar in jî ku ti dewlet bi wê arasteyê ve neçe..ango zimanê ku em bi kar tînin zimanekî sîyasî ye..em şerê ti kesî nakin, em şerê medya û ragihandinê bi ti welatî re nakin, çunke em naxwazin fokûsa vî şerê gelê Filistînê bi qewareya Îsraîlê re bi alîyekî din ve here û bibe şerê bi Tirkîyê yan Îrmaratê û yan Urdin û Misrê re. Mebesta min dewletên ku têkilîyên wan bi Îsraîlê re hene..em helwesta xwe nîşan didin û nêrîna xwe zelal dikin. Em hêvîdar in ku ti dewlet bi wê arasteyê ve neçe. Lê piştî vê, em li gor xalên xwe yên hevpar û berjewendîyên xwe yên bilind dirêjahîyê didin têkilîyên xwe û wan diparêzin.

 

Rûdaw: Ez dixwazim li ser gelê  Kurd û tevgera rizgarîxwaz a gelê  Kurdistanê ji te bipirsim. Berî her tiştî, ti pêwendîyeke we wek Tevgera Hemasê bi Herêma  Kurdistanê re heye? Çunke konsulxaneya desthilata filistînî li Hewlêrê heye. Gelo pêwendîya we jî her bi rêya wê konsulxaneyê ye yan pêwendîya we bi rêyeke din bi Herêma  Kurdistanê re heye? Wek hikûmet yan wek partîyên sîyasî?

Îsmaîl Henîye: Pêşî rê bide ez silavên xwe ji wan hemû kesan re bişînim ku li Herêma  Kurdistanê akincî ne û ez wê hêla dîrokî ya îslamî ya resen ku  Kurd û filistînîyan bi hev ve girê dide, bi bîr bînim. Selahedînê Eyûbî ku yek ji lawên gelê  Kurd bû ku îro beşek ji gelê Iraqê ne û beşek ji umeta misilman in jî. Selahedîn gava Filistîn rizgar kir û Quds ji xaçparêzan rizgar kir..ev tiştek e ku çanda me pêk tîne û ev girêdana dîrokî ya vê neteweyê herdem cihê şanazîya me ye..spas ji xwedê re, pêwendîya me bi birayên me re li Herêma  Kurdistanê, pêwendîyeke baş e û pêwendîyeke vekirî ye û herdem pêwendîya me bi kesayetên sîyasî û akademîst re hebû û me hergav helwestên pir zelal ji wan dîtiye. Me dît şênîyên Herêma  Kurdistanê çawa hevsozîya xwe bi şênîyên Xezayê re nîşan dan gava di bin dorpêç û şer de bûn. Her wiha, di vî şerê dawî de jî, di meha gulana sala borî de, ku xwepêşandanên nerazîbûnê kirin û piştevanîya xwe ya sîyasî û medyayî ji bo Quds û Eqsayê nîşan dan. Her wiha ji bo girevgirtîyên Eqsayê û ji bo Xezayê. Me ew hemû dîtin û me ji dil şanazî pê kir. Her di wê demê de, pêwendîya me ya telefonî bi rêzdar serokkomarê Iraqê re hebû ku ew hî ji birayên  Kurd e. Min bi xwe di vî şerê dawî de li Xezayê du caran pêwendî pê re kir. Helwesta wî pir zelal û eşkere bû. Helwesteke bihêz bû ku derbirîn ji Iraqê bi giştî û ji birayên me yên  Kurd bi taybetî dikir. Lewra em şanazîyê bi vê pêwendîyê dikin ku dirêjî nav dîrokê bûye. Li ba me giring e jî ku em vê pêwendîya xwe bi xizmên xwe re li Herêma  Kurdistanê hîn bi pêş bixin.. em bi hêvî ne ku em bikarin serdana Iraqê û serdana Herêma  Kurdistanê jî bikin. Ev dê bibe cihê kêfxweşîya me û bi alîkarîya xwedê em li benda xilasbûna amadekarîyan in ji bo serdana Iraqê û hevdîtina her sê serokatîyên wê û her wiha lêvegerên wê yên sîyasî yên pirreng, bi îzna xwedê.

Rûdaw: Pir baş e. Li ser mafê dêyarkirina çarenivîsê ji  Kurdan re, hûn wek neteweya Filistînê ku hûn ji xwe re doza mafê çarenivîsê dikin, mafê dîyarkirina siberoja we, mafê dîyarkirina “qedera” we. Hûn çawa li doza gelê  Kurd ji bo mafê çarenivîsê li Rojhilata Navîn dinêrin?

Îsmaîl Henîye: Wek prensîb, her pêkhateyek ji pêkhateyên deverê û her pêkhateyek ji pêkhateyên gel û welatan, divê ji tevahîya mafên xwe behremend bin, çi mafên sîyasî yan mirovî bin, divê amadebûna wan di nexşeya pêkhateyan de hebe û dengê wan neyê kêmkirin û neyên piştguhxistin û li derveyî hevkêşeyên sîyasî neyên hiştin. Ji bo birayên me li Herêma  Kurdistanê jî, divê heman tişt derbasdar be. Her wiha ji bo wan birayên  Kurd jî ku li Sûrîyê, Tirkîyê û Îranê ne, divê ji tevahîya mafên xwe behremend bin mîna her hemwelatîyekî din ê wan welatan..ji alîyekî din ve jî em nikarin biryarê li ser siberoj û çarenivîsa birayên  Kurd bidin ka dixwazin bi çi awayekî di saya wan dewletan de bijîn. Tişta  Kurd ji xwe re kêrhatî bibînin, bê guman em jî wê dipejirînin. Tişta hevkêşeyên navxweyî yên wan dewletan li ser hîmê tifaq, şirîkatî û parastina maf ferz dike, bê guman, em pêşwazîyê lê dikin û wiha lê dinêrin ku sedema parastina maf û regezên hêzdarîya navxweyî ya gelên vê deverê ye.

Rûdaw: Heke wisa be, li gor we mafê  Kurdan heye ku “temetûhê” bi mafê dîyarkirina çarenivîsê bikin?

Îsmaîl Henîye: Ez careke din jî dibêjim ku em şanazîyê bi birayên xwe yên  Kurd dikin. Em şanazîyê bi hebûn û dîroka wan dikin. Em şanazîyê dikin ku ew pêkhateyeke resen a vê deverê ne û beşek ji vê umetê ne û em şanazîyê bi rola wan a dîrokî û rola wan a niha jî derbarê doza Filistînê de dikin. Lê tişta têkildarî siberoj û mafê dîyarkirina çarenivîsê be, ev tiştek e divê ew bi xwe biryarê li ser bidin û biryar jî bi hevfêmkirin û lihevkirina bi wan dewletan re dibe ku li wan dijîn.

Rûdaw: Pir baş e. Pirsa dawî. Ez dixwazim li ser êrişa ku di çend rojên borî de li ser bajarê Hewlêrê ji Îranê hat kirin ji te bipirsim. Cenabê te çawa li wê êrişê dinêre, hûn wê wek destdirêjî li ser serwerîya Iraq û Herêma  Kurdistanê dibînin?

Îsmaîl Henîye: Bê guman ew jî dikeve çarçoveya wê hevrikîya vekirî ku li vê navçeyê heye..vêga ev navçe di hevrikîyeke vekirî de ye ku ne hêsan û ne berteng e jî. Xuya ye ew hevrikî jî di nav de ye ku di navbera Îran û Îsraîlê de heye… Qewareya Îsraîlê diçe li ser axa Sûrîyê hin deveran bombebaran dike ku bi gotina wan armancên îranî ne. Qewareya Îsraîl û Amerîka bi berdewamî ji bo lêxistina armancên îranî planan datînin. Çi êrişên ragihandî yan ne ragihandinî bin. Dibe ku Îranê jî xwestibe bi heman şêwazê bersiva wan bide..wek dîyar e li vê deverê hevrikîyeke tal û hevrikîyeke vekirî bi qewareya Îsraîlê re heye. Bê guman Îran jî berevanîya xwe, qewareya xwe û şîyanên xwe dike û xwe diparêze. Lewma ev jî beşek ji wê hevrikîya vekirî ya deverê ye. Bi nêrîna min, alîyê ku divê berpirsyarîya tevlihevkirina kartan di vê hevrikîyê de li stûyê xwe bigire qewareya Îsraîlê ye û bi ti awayî nabe ji van reftarên xwe li Sûrîye, Iraq û Libnanê bêtawan derkeve. Yan karên ku li hundirê Filistîna dagirkirî dike û tew dê asayîkirina têkilîyên xwe bi hin dewletên deverê re wek bingeha êrişkirin û êşandina welatên erebî û misilman bikar bîne.

Rûdaw: Lê çima li ser axa Herêma  Kurdistanê û li ser axa Iraqê, heke ji min re bêje “sîraha” navbera Amerîka û Îranê li ser axa Iraqê ye ez fêm dikim, lê“sîraha” navbera Îran û Îsraîlê çima li Iraqê be, çima li ser axa Herêma  Kurdistanê be? Çî Îsraîlê li ser axa Herêma  Kurdistan û Iraqê heye ku li ser axa Iraq û Herêma  Kurdistanê “sîrahê” bi Îranê re bike?

Îsmaîl Henîye: Yekem tişt dixwazim tekez bikim ku parastina serwerîya Iraqê meseleyeke giring e û divê ev serwerî, serwerîya Herêma  Kurdistanê jî di nav de, parastî be, ev li ba me prensîb e û em dev jê bernadin, lê..ez nizanim gelo bi rastî ti armanceke Îsraîlê li Iraq û Herêma  Kurdistanê heye? Ti agahîyeke min di vî warî de nîne. Bi çavgirtina ji wê yekê ku em li dijî her hebûneke Îsraîlî ne li ser her bostekê ji axa cihana erebî û îslamî, Iraq û Herêma  Kurdistanê jî tê de, ev prensîb e û em nabêjin li wir hene. Em naxwazin li ti devera cihana erebî û îslamî jî hebin..wek min got agahîyên pêwîst li ser wê bûyerê li ber destê min nînin. Tişta ku hat lêxistin çi bû? Îran wisa dibêje, lê wek prensîb, serwerîya Iraqê..serwerîya Herêma  Kurdistanê..redkirina her hebûneke Îsraîlê li deverê û ew hevrikîya vekirî ya deverê jî wek min got, fatûra hesabê ye û qewareya Îsraîlê ji tevlihevkirina kartên deverê berpirs e.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin