Serokê PWKê Mustafa Ozçelîk, 9emîn salvegera damezirandina Saziya Kurdistan24ê pîroz kir
.
Serokê Giştî yê Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Mustafa Ozçelîk bi peyamek 9emîn salvegera damezirandina Saziya Kurdistan24ê pîroz kir.
Peyama Mustafa Ozçelîk wiha ye:
Rêzdar Ahmed Zawîteyî
Berpirsê Saziya Kurdistan24ê ya Lêkolîn û Ragihandinê
Kurdistan24, di navbera 9 salan de, weke navendeke medyayî, di azadîya rojnamegerîyê û di pêşde birina azadîya ramanî de, di belav kirina nûçe, raman, lêkolîn, document û agahdarîyên cûr be cûr yên ji bo pêşde birina çanda lêborînê, pêkvejiyan, aştewayî, demokrasî, dadperwerî û parastina mafên mirovan li Kurdistanê de roleke girîng lehîstîye.
Ez li ser nave xwe û navê hemû rêvebir, endam û alîgirên Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK), 9emîn salvegera damezirandina Saziya Kurdistan24ê ya Lêkolîn û Ragihandinê pîroz dikim.
Ez hemû damezrenêr, rêvebir, xebatkar û kedkarên Saziya Kurdistan24ê ya Lêkolîn û Ragihandinê pîroz dikim û di xebatên we de serkeftinê ji we re dixwazim.
Li gel rêz û silavên xwe
31.10.2024
Mustafa Ozçelîk
Serokê Giştî yê Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin